Êşkenceya ‘lêgerîna zirav’!

Nûçegihana DIHA’yê Berîlan Îrlan a li Cizîrê bi malbatên dixwastin biçin taxên Cudî û Nur re hat binçavkirin, li qereqol û TEM’ê ‘lêgerîna zirav’ li ser ferz kirin.

Nûçegihana DIHA’yê Berîlan Îrlan a li Cizîrê bi malbatên dixwastin biçin taxên Cudî û Nur re hat binçavkirin, li qereqol û TEM’ê ‘lêgerîna zirav’ li ser ferz kirin.

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcle  (DIHA) Berîlan Îrlan a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi malbatên dixwastin biçin taxên Cudî û Nur re hat binçavkirin, li qereqol û TEM’ê ‘lêgerîna zirav’ li ser ferz kirin.  Piştî hat binçavkirin destpêkê birin Qereqola Şehît Mûrat Akançay, li vir polîsan xwestin lêgerînê bikin, lêgerîna zirav kirin. Piştre Îrlana ku birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyeta Cizîrê, materyalên nûçeyan a di kamera û makîneya wêneyan de lêkolîn kirin. Pirsên wek, “Ji ber çi tu derket kolanê”, “Ji ber çi te li wir nûçe dişopand” hatin kirin. Îrlana got wek rojnamevanekê hewl dide bûyerên dayik, jin dijîn bi raya giştî re parve bike, li ser vê polîsan wiha gotin: “Tu dibêjî qey ew dayik bêguneh in? Eger masûm bûna wê zarokên xwe bigirtana gel xwe.” Li vir jî Îrlan tazî kirin û lêgerîn pêk anîn.