DMME'ê rê li pêş komkujiya Cizîrê vekir
Li kolana Bostanci ya Cizîrê li gel parêzeran der barê 26 welatiyên di jêrzemînê de asê mane serî li DMME'ê da jî dîsa DMME bêdeng ma û rê li pêş qetilkirina 26 welatiyan vekir.
Li kolana Bostanci ya Cizîrê li gel parêzeran der barê 26 welatiyên di jêrzemînê de asê mane serî li DMME'ê da jî dîsa DMME bêdeng ma û rê li pêş qetilkirina 26 welatiyan vekir.
Li kolana Bostanci ya Cizîrê 26 welatiyên di jêrzemînê de asê man, li ber çavê hemû cihanê û dadgehên navneteweyî ji aliyê hêzên dewletê ve bi çekên giran hatin qetilkirin. 15 jê birîndar 26 welatî 19 rojan di jêrzemîna yekem a avahiya li taxa Bostanci ya Cudî de asê mabûn. Parazvanên mafên mirovan ji bo rizgarkirina welatiyan serî li Dadgeha Makezagonê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Lê, ligel serlêdanê dîsa Dadgeha Makezagonê û DMME'ê biryara parastina welatiyan neda û çavê xwe ji komkujiyê re girt. Ji ber dadgehan biryar negirt û çavên xwe girt, hêzên dewletê li ber çavê hemû cîhanê bi tang û topan 26 welatî înfaz kirin.
Têkildarî bûyerê parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz serî li AYM'ê û DMME'ê dan, lê ev serlêdana wan li ber çavan nehat girtin. Ji ber serlêdana komeleya hiqûqnasan li ber çavan nehat girtin, hêzên dewletê li ber çavên hemû cîhanê 26 welatî qetil kirin.
Li gel bi wêne û dîmenan hat diyarkirin ku ew avahî mal e û navê kesên di avahiyê de hat aşkerekirin jî dîsa AYM û DMME'ê der barê parastina jiyana 26 kesan de tedbîr negirt û çav ji qetilkirina welatiyan re girt. Ev jî nîşan dide ku makezagon û dadgehên mafên mirovan ên ewropa, bi sekn û helwesta xwe hevkariya hikûmeta AKP'ê û komkujiya welatiyên sivîl kiriye.
Endamên TTB û SES'ê jî ji bo alîkarî û rizgarkirina welatiyan hewl dabû biçin navçeyê, lê ji aliyê leşker û hêzên dewletê ve hatibûn astengkirin. Piştî êrîşa hêzên dewletê ya li dijî avahiyê derket holê ku çek li ser tu welatî tune û bi plan û zanebûn ev welatî bi hevkariya hêzên navnetewî û AKP'ê hatine înfazkirin.
Berî înfazê endamê Meclîsa DBP'ê Mehmet Yavuzer, ji Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz re peyama "Ez dê xwe bikujim. Êdî ez naxwazim van qêrînan bibhîzim. Bila êdî kes li min negere. Ez dibêjim av heval av, av, av..."