Polîsên Tirk nehiştin wekîlê HDP'yî bikeve Erdîşê; wekîl çalakiya rûniştinê dike
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, ji ber ku polîsên Tirk nahêlin ew derbasî nava navçeya Erdîşê bibe, rê li çûn û hatinê girt û dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, ji ber ku polîsên Tirk nahêlin ew derbasî nava navçeya Erdîşê bibe, rê li çûn û hatinê girt û dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî ji bo tevlî kongreya DBP'ê ya navçeyê bide berê xwe da Erdîşê, lê belê li pêşiya navçeyê ji aliyê polîsên Tirk ve hat sekinandin.
Bi hinceta ku Wezîrê Xebatê yê Tirk Cevdet Yilmaz li Erdîşê ye polîsên Tirk nehiştin Geverî bikeve navçeyê. Geverî nerazîbûn nîşanî vê da û li ser rê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.
Çalakiya rûniştinê dewam dike.