BI DÎMEN

Li dijî komploya navneteweyî Kurd diherikin Strasboûrgê

Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd 17 sal li dû xwe hişt. Kurdên li Ewropayê dijîn, îro li Strasboûrgê bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" meş û mîtîngeke mezin lidar dixin.

Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd 17 sal li dû xwe hişt. Kurdên li Ewropayê dijîn, îro li Strasboûrgê bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" meş û mîtîngeke mezin lidar dixin.

Kurdên ji welatên Ewropayê berê xwe dan bajarê Fransa Strasboûrgê, ji duh bi şev û vir ve li Boûlervard de Nancy û Boûlervard de Metz a Gara Trenê ya Navendî li hev dicivin.

Bi hezaran Kurdistanî bi otobusan ber bi qada kombûnê ve diherikin. Her wiha bi wesayîtên şexsî û trenê jî Kurdistanî tên bajêr.

Gelek sazî û rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî û dostên Kurd ên Ewropaî jî destekê didin çalakiyê.

Kurdistanî tevî wêneyên cangoriyên têkoşîna azadiyê, alên PKK, KCK, HPG, YPG, YPJ û flamayên tevgerên din ên Kurd hildigirin.

Di çalakiyê de, ku jin û ciwan bi giranî lê amade ne, tevî protestokirina komploya navneteweyî, komkujiya li Cizîrê û komkujiyên din ên dewleta Tirk hînê li Bakurê Kurdistanê dike, tên şermezarkirin.

Di çalakiyê de pankartên li dijî komployê yên bi zimanên Fransî, Elmanî, Tirkî û Kurdî hatine amadekirin, hati vekirin.

Kurdistanî ji bo şermezarkirina komployê wê heta qada Parkîng des Vanneaûxê bimeşin. Meş piştî kêliyeke din destpê dike.