Ji ‘Hunermendên Ji Bo Aştiyê’ piştgirî ji bo akademîsyen û Kurdan

Seroka Hunermendên Ji Bo Aştiyê Stîna Bengs bal kişand ser mafên bingehîn ê geekî, wiha got: “Em zextên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd protesto dikin.”

Seroka Hunermendên Ji Bo Aştiyê Stîna Bengs bal kişand ser mafên bingehîn ê geekî, wiha got: “Em zextên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd protesto dikin.”

Seroka Hunermendên Ji Bo Aştiyê Stîna Bengs diyar kir ku li Tirkiyeyê êrîşên li hember azadiya çapemenî û fikir û gelê Kurd bi fikar dişopînin, got bi akademîsyen, hunermend, rewşenbîr û Kurdan re di nav piştevaniyê de ne. Her wiha Bengs ji ber PYD û Kurd bi nêzîkatiya dewleta Tirk tevlî hevdîtinên Cenevre-3 nehatin kirin nerazîbûn nîşan da. Bengs got, li Sûriyeyê Kurd hêzek girîng in û mafê wan heye ku li ser axa xwe pêşeroja xwe diyar bikin, lewma got ji ber vê jî wê hevdîtinên Cenevre-3 bi fiyaskoyê bi encam bibe.

Bengs da xuyakirin ku bi gelê Kurd ê li hember zext û qetlîamên dewleta Tirk li ber xwe didin, bi rewşenbîr, akademîsyen û hunermendên ji bo mafên mirovan û azadiya îfadeyê têdikoşin re di nav piştevaniyê de ne û wê vê jî bidomînin.