Kurdên li Marîgnane afîş daliqandin rastî êrîşan hatin
Kurdistaniyên li bajarê Marîgnane yê Fransa ji bo balê bikşînin ser qetlîamên dewleta Tirk a li Cizîrê li navenda bajar xebatên afîşê meşandin.
Kurdistaniyên li bajarê Marîgnane yê Fransa ji bo balê bikşînin ser qetlîamên dewleta Tirk a li Cizîrê li navenda bajar xebatên afîşê meşandin.
Kurdistaniyên li bajarê Marîgnane yê Fransa ji bo balê bikşînin ser qetlîamên dewleta Tirk a li Cizîrê li navenda bajar xebatên afîşê meşandin. Kurdistaniya dema afîşên polîtîkayên şerê qirêj ên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê teşhîr dikir li kolana mizgefta Tirka dadilqandin, rastî êrîşa komek faşîstên Tirk hatin.
Piştî agahî ji aliyê Kurdistaniyan hat wergirtin, girseya kom bû li hember faşîstan ketin parastinê. Bi mezinbûna bûyerê ve polîs hatin cihê bûyerê. Li şûna êrîşên faşîstên Tirk bisekinînin, êrîşî girseyê kirin.
Di pevçûnê de 5 kes birîndar bûn.