Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê di serokatiya hevserokan de kom bû

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê di serokatiya Hevserokan Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de kom bûn.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê di serokatiya Hevserokan Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de kom bûn.

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) danê êvarî kom bû. Piştî civîna Meclîsa Partiyê ya duh kom bû û îro jî nîqaş dewam dikin, Desteya Rêveber a Navendî di serokatiya Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de kom bûn. Di civînê de wê nîqaşên di Meclîsa Partiyê de bên ser maseyê, serenavên wehşeta li Cizîrê û berxwedana li tevahî Kurdistanê jî heye. Wezîfedarkirina komîsyonan û plansaziyên têkîldarî pêvajoyê yên di civîna Meclîsa Partiyê de hatin gotûbêjkirin jî wê bên bidestgirtin.