KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Tîrol meşa dirêj bi dawî bû
Kurdistaniyên li Ewropa çalakiyên xwe yên bi armanca protestokirina komploya navneteweyî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin. -
Jiyana Suleyman Guzel ê ku polîsan ew birîndar kir di xeteriye de yê
Jiyana Suleyman Guzel ê ku polîsan ew li Navçeya Rezan a Amedê birîndar kir di xeteriyê de ye. Hat zanîn ku Guzel ji ser hişê xwe çûye. -
Malbatên birîndarên ku xwestin biçin Cizîrê carek din jî hatin astengkirin
Malbatên birîndaran ku bi armanca wergirtina birîndar û cenazeyên li jêrzemîna wehşetê ber bi Cizîrê ve ketin rê, di ketina Cizîrê de carek din hatin astengkirin. -
Li Cizîrê 31 cenazeyên din ên dewleta Tirk qetil kirine hatin wergirtin
Li Cizîrê 31 cenazeyên din ji herêma ku avahiyên birîndar tê de asê mabûn û rastî êrîşa hêzên dewleta Tirk dihatin hatin wergirtin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. -
12 kilometre meşiyan: Qatilê Kurdan Erdogan!
Li Dresden meşa dirêj a Kurdan di roja 2.de ye. -
Ji Sûrê dûxan bilind dibe
Li navçeya Sûr a Amedê ku di saetên nîvro de pevçûnên dijwar qewimîn, ji ber topbarana hêzên dewleta Tirk niha dûxan bilind dibe. -
Ji bo cenazeyan maseya qrîzê hat avakirin
Li Mêrdînê ji bo teşhîskirina cenazeyên ji 2 jêrzemînên avahiyên li Cizîrê yên ji bo karên otopsiyê rakirin bajarên cur bi cur maseya qrîzê hat avakirin, mînakên xwînê ji malbatan tê girtin. -
Di jêrzemîna wehşetê ya sîyemîn de jî qetlîamek giştî?
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz wiha got: “Di saet derdorî 09:00’an de li taxa ku birîndar lê ne dengê teqînekê hat. Ji bo wê taxê du wesayîtên cenazeyê hatin xwestin.” -
Kurd û dostên wan li dijî Komploya 15’ê Sibatê meşiyan
Meşa li dijî Komploya 15’ê Sibatê li bajarê Apolda di roja duyemîn de ye. Di meşê de qetlîamên dewleta Tirk ên li Kurdistanê jî hatin protestokirin. -
‘Eger me hesabê Roboskî bipirsiya wê qetlîama Cizîrê nebûya’
Malbatên Roboskiyî li ser gorên zarokên xwe hatin cem hev, wiha hat gotin: “Eger me hesabê Roboskî bipirsiya, wê niha nikarîbana li Cizîrê qetlîam bikirana.” -
Midûrên dibistanê yên li hember qetlîamê bêdeng neman ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Li navçeya Stewr a Mêrdînê 4 midûrên dibistanê yên endamên Egitim Sen, ji ber tevlî protestoya qetlîama Cizîrê bûn ji wezîfeyê hatin dûrxistin. -
Komploya 15’ê Sibatê wê li Başûrê Kurdistanê bê protestokirin
Komploya 15’ê Sibatê ya Navneteweyî ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hat, wê li gelek bajar û navçeyan bê protestokirin. -
‘Dixwazin xebatkarên çapemeniya azad bêdeng bikin’
Xebatkarên çapemeniya azad û OGC, qetlamên dewleta Tirk a li Cizrê, gef, binçavkirin û girtin protestokirin, bal kişad ser ku dixwazin xebatkarên çapemeniya azad ên ku polîtîkayên qetlîaman diyar dikin bêdeng bikin. -
Karayilan: Hesabê hemûyan wê bê pirsîn, tola wan wê bê hilanîn!
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûrat Karayilan got, "Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye." -
YPG'ê nasnameyên 15 cangoriyên xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameyên 15 şervanên azadiyê yên ku di demên cuda de, jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir. -
Li hemberî balafirgeha leşkerî ya li Êlihê çalakî hat lidarxistin
Gerîlayên HPG/YJA Starê, li hemberî balafirgeha leşkerî ya Êlihê çalakiyek pêk anîn. -
Çeteyan bi çekên giran êrîş kirin
Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî bakur û rojhilatê bajarokê Eyn Îsa kirin. -
Li Cizîrê AKP’ê êşkence li cenazeyê jinê kir
Dîmenên êşkencekirina cenezeyê jinekê ya li navçeya Cizîr a Şirnexê ji aliyê kujerên dewleta Tirk ve pêk hat, di tevna civakî de belav bû. Li ser dîmenan KJA daxuyanî da. -
Ciwanan di roja 4. de ber bi Raststatt ve dimeşin
Meşa dirêj di roja 4. de ciwanan ji Dûrlach ber bi Raststatt ve dimeşin. Ciwanên ku komplo û qetlîamên li Cizîrê protesto dikin, îro wê 28 km bimeşin. -
Bi birîndaran re têkîlî qut in, ji derdora avahiyê dûman bilind dibin
Ji birîndarên li avahiyek li Taxa Sûr a Cizîrê ku ji duh ve 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 birîndar jî tê de asê mane, ji duh êvarî ve agahî nayê girtin, tê diyarkirin ku ji avahî û derdorê dûman bilind dibin. -
Li Awûstralyayê protestoya qetlîama Cizîrê: Qatil Erdogan!
Konseya Gelê Kurd a Awûstralya, Komploya 15’ê Sibatê û qetlîamên AKP’ê yên li Bakurê Kurdistanê protesto kir. -
Malbatên birîndaran careke din ketin rêya Cizîrê
Malbatên birîndaran ên di jêrzemînên li Cizîrê rastî êrîşên hêzên dewleta Tirk de ne, ji bo fêrbûnê aqûbeta zarokên xwe û wergirtina birîndaran careke din ji Nisêbînê ber bi Cizîrê ketin rê. -
Helîn Oncu ya ji înfazê rizgar bû hat binçavkirin
Helîn Oncu ya di êrîşên dewleta Tirk a li ser Cizîrê birîndar bû û piştî biryara tedbîrê ya DMME li Mêrdînê hat tedawîkirin, hat binçavkirin. -
Komkujî li Mehsertê hat protestokirin
Li navçeya Mêrdîn Mehsertê, komkujiyên li Cizîr û Sûrê hatin protestokirin. Di daxuyaniya li vir de hat gotin, "Divê neyê ji bîrkirin, ti hêz bêdawî nîne. Divê neyê ji bîrkirin, roja hesabpirsînê wê were." -
NAV-DEM: Ji bo meşa li Strasboûrgê banga tevlîbûnê
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) bi daxuyaniyekê ji bo meşa li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir.