KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hevşaredarên jin ên girtî: Li dijî têkçûna mirovahiyê dengê xwe bilind bikin
Hevşaredarên jin ên DBP'yî yên girtî: Ji bo em bersiveke bi rûmet bidin pirsa 'baş e, wê rojê te çi kir?', em bang dikin ku her kes gotin û karê xwe bikin yek û li dijî têkçûna mirovahiyê dengê xwe bilind bikin. -
Xwişka Ferhat Kûrtay jiyana xwe ji dest da
Xwişka yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Ferhat Kûrtay Emîne Aydemîr jiyana xwe ji dest da. -
Gerîlayan bang li ciwanên Başûrî kirin: Daxuyanî têrê nake, tevlî berxwedanê bibin
Gerîlayên HPG'ê da xuyakirin, ku li Bakur pêvajoyeke dîrokî heye û bang li ciwanên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kirin ku bi awayekî çalak cihê xwe di nava şoreşa Kurdistanê ya li Bakur de bigirin. -
Koordînasyona Ciwanên Êzidî: Divê ciwanên Êzidî biherikin Bakur
Koordînasyona Ciwanên Êzidî ya Şengalê diyar kir, komkujiyên li Cizîrê û Şengalê hatine kirin yek in û bang li ciwanên Êzidî kir, ku li her devera lê ne rabin ser piyan û tevlî berxwedana li Bakurê Kurdistanê bibin. -
Li Cizîrê çalakiya li dijî qereqolê
Li Cizîrê di encama êrîşeke li hemberî Qereqola Sînor a Yuzsuren de leşkerekî Tirk mir, 3 leşker jî birîndar bûn. -
Cenazeyên mirovên hatin qetilkirin ji bajarên cuda re hatin şandin
Cenazeyên 27 kesên duh êvarê ji jêrzemîna birîndar lê hebûn hatin derxistin, ji bajarên Riha, Mêrdîn û Şirnexê re hatin şandin. -
Sariyildiz: Di nava 4-5 rojan de nêzî 50 cenaze hatin rakirin
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz ê li Cizîrê şahidî ji komkujiyên qesrê û berxwedana gel re kir anî ziman, ku ji wan re hatiye ragihandin di nava 4-5 rojan de bi qasî 50 cenaze rakirine nexweşxaneyê. -
'Dewleta Tirk komkujiyeke din li dîroka xwe zêde kir'
Biraziyê Mehmet Yavûzel ê yek ji birîndarên li Cizîra komkujî lê hat kirin Gokhan Yavûzel, weke koma Însiyatîfa Wêjevanan a ji bo Aştiyê hat Nisêbînê û tevlî berxwedana nobedê bû. -
Ji bo Cizîrê li Amedê jiyan sekinî
Li Amed û navçeyên wê, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Cizîrê esnafan dikan venekirin, ajokaran wesayît nexebitandin. -
TEVDA'ê komkujiya li Cizîrê şermezar kir
Koordînasyona TEVDA'yê, li ser komkujiya li Cizîrê daxuyaniyek weşand û got, "Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê, li dijî tevahiya mirovahiyê hatine kirin." -
Êrîşa çekdarî ya li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Baglarê
Li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya li navçeya Amed Baglarê, êrîşeke çekdarî hat lidarxistin. -
Li Nisêbînê çalakiya bi roketan a li dijî maşîna zirxî
Li Nisêbînê, hêzên YPS'ê li hemberî maşîna zirxî ya li nêzî nexweşxaneya berê bi cih bûbû, êrîşeke bi roketan pêk anîn. -
Polîsên tîmên taybet ên Tirk hewl dan kincê leşkerî yê YPG'ê bidin dirûtin!
Derket holê, ku li Nisêbînê polîsên tevgera taybet çûne cem terziyekî û jê xwestine, kincê leşkerî yê YPG'ê bide dirûtin. -
Komploya kirêt a navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd (1)
Lîderê mezintirîn îsyana gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li hemberî mêtîngerî, înkar û tinekirinê gelê Kurd ji xweliyên xwe ji nû ve afirand, beriya niha bi 17 salan, bi komployeke kirêt a navneteweyî dîl hat girtin. -
Li Şirnexê polîsekî Tirk hat kuştin
Li navenda Şirnexê di teqîna dema wesayîta zirxî derbas dibû pêk hat de polîsê bi giranî birîndarbûyî mir. -
Li Şirnexê dema wesayîta polîsan derbas dibû teqîn pêk hat
Di encama teqîna li navenda Şirnexê ya dema derbasbûyina wesayîta polîsan de yek jê giran, 2 polîs birîndar bûn. Piştî teqînê, hêzên dewletê yên Taxa Bahçelîevler gulebaran kirin rastî bersivdayinên YPS û YPS-Jin hatin. -
Li Nisêbînê tax hatin gulebarandin
Li Nisêbînê ku berxwedan bi mehan e didome, danê êvarî wesayîtên zirxî yên Kobra Taxa Abdulkadîrpaşa bi çekan girtin bin guleyan. -
Li xeta Cizîr-Şirnexê tevgera helîkopteran
Di navbera Cizîr û Şirnexê de tevgerek zêde ya helîkopteran tê jiyîn. Tê gotin ku helîkopterên her carê li fermandariya leşkerî ya li Şirnexê vedigerin cenazeyan direvînin. -
YPG: Balafira şer gundê Ziyaretê bombe kir
Fermandariya YPG’ê ya Efrînê ragihand ku balafirek şer a nayê zanîn bê girêdayî kîjan welatî ye, îro danê nîvroyê gundê Çetel Ziyaretê bombe kirine. -
Li Stockholmê çalakiya Cizîrê
Kurdistaniyên li paytexta Swêdê Stockholmê dijîn, bi pêşendanek li navenda bajar, dewleta Tirk û qetlîama hikûmeta AKP’ê ya li Cizîrê ku rê li mirina 60 sivîlan vekir, cara sêyemîn protesto kir. -
Li hember çeteyên Rojhilatê Efrînê operasyon
Hêzên YPG diyar kir ku roja 8’ê Sibatê di oparasyona li hember çeteyên Ehrar El Şam û El Nûsra yên dikevin Rojhilatê Efrînê li dar xisitin de, gelek endamên çeteyan hatin kuştin. -
Li Swîsreyê dirûşmên berxwedan û azadiyê deng vedan
Kurdistaniyên li Swîsreyê û derdora wê dijîn, yekemîn meşa azadiyê bi dirûşmên azadiyê bi dawî kirin. -
Li Wanê teqîn
Li nêzî Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê teqîn pêk hat. -
Kurdistanî ber bi Parlementoya Dusseldorf ve meşiyan
Ji bo protestokirina qetlîamên dewleta Tirk a li ser Cizîr û Sûrê û şermezarkirina bêdengiya hikûmeta Elmanya ya li hember êrîşên qirkirinê, meş li bajarê Leverkûsen ê Elmanya destpê kir. -
Cenazeyên ku rakirine nexweşxaneyê piranî hatine şewitandin û parçekirin
Hat zanîn ku li Cizîrê di jêrzemînê de kesên hatibûn înfazkirin, cenazeyên aîdî 27 kesan di demên êvarî de rakirine nexweşxaneyê û piraniya cenazeyan hatine şewitandin û parçekirin.