KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Colemêrgê tevgera balafirên şer
Li ser Gever û Şemzînanê balafirên şer ên Tirk digerin. -
Nûnertiya Kantonên Rojava sibe li Moskowayê vedibe
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, sibe wê bi merasîmekê li Moskowayê bê vekirin. -
Li Kerkûkê di meha Çileyê de 59 kes hatin girtin
Li Kerkûkê di nava meha Çileyê de 47 jê endamên DAIŞ'ê bi giştî 59 kes hatin girtin. -
Li Sûrê anonsên 'em ê ji hewayê ve bombe bikin' tê kirin
Li Sûrê, hêzên dewleta Tirk anonsên 'Teslîm bibin, naxwe em ê ji hewayê ve bomberdûmanê bikin' dikin. Hat ragihandin, di şerê dawî yê navbera YPS û hêzên dewleta Tirk de gelek leşker hatin kuştin." -
'Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ve komplo pûç kiriye'
Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji ANF’ê re nêrînên xwe anîn ziman. -
Li Qilabanê di teqîna li wesayîtekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di wesayîteke sê kes tê de bû û ji gundê Mergeh ê Qilabanê diçû navenda navçeyê de, çend deqe piştî bi rê ketinê, di nava gund de teqînekê rû da. 2 kesên di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan, 1 jî bi giranî birîndar bû. -
Însiyatîfa Gel a Botanê: Divê gelê me ji bo Cizîr û Silopiyayê rabe ser piyan
Însiyatîfa Gel a Botanê, bang li gelê Kurd kir, ku li dijî faşîzma dewleta Tirk li dora qadên xwerêveberiyê yên li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex û herêmên din bicive. Însiyatîfê got, "Divê gelê me ji bo Cizîr û Silopiyayê rabe ser piyan." -
Ciwanên Rihayî komkujî protesto kirin
Li navçeya Riha Eyyûbiye, bi dehan ciwanan terora AKP'ê ya li bajarê Kurdan protesto kirin. Lê belê polîsên Tirk êrîşî ciwanan kirin. -
Hate îdîakirin ku Hevserokê Meclîsa Gel Tûnç jî hatiye qetil kirin
Hate îdîakirin ku Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê ku komkujiya ku li ber çavê hemû cîhanê qewimî kêlî bi kêlî ji raya giştî re ragihandibû, di komkujiya Cizîrê de hatiye qetilkirin. -
'Berxwedana Bakur, serhildana Kurdên azadîxwaz in'
Gerîlayên HPG û YJA Starê dan xuyakirin, ku berxwedana li Bakurê Kurdistanê di asta dîrokî de girîng e, çarenûsê diyar dike û bang li her kesî krin, ku destekê bidin YPS û YPS Jin. -
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Em hemû kolanan veguherînin qada berxwedanê
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, ji bo têkbirina çeteyên Erdogan û bilindkirina asta serhildanê bang li gel kir, ku bi dirûşma "Ez ê li dijî faşîzma AKP'ê li ber xwe bidim û ji sedî sed bi ser bikevin" hemû qadan veguherîne qadên berxwedanê. -
TEV-DEM: Kurd hemû divê li dijî dewleta Tirk li ber xwe bidin
Ji TEV-DEM'ê Abduselam Ehmed li dijî komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir, bang li hemû Kurdan kir ku li ber xwe bidin. -
Li Artûklû komkujiya li Cizîrê hat protestokirin
Li navçeya Mêrdîn Artûklûyê, bi sedan kes bi şev daketin kolanan û komkujiya hêzên dewletê li Cizîrê kir, şermezar kirin. -
Çalakgerên meşa dirêj gihaştin Lûdwîgsbûrgê
Li Ewropayê, meşa dirêj a ciwanê Kurd a bi şiyara "Bi azadiya Serokatî re ber bi jiyana xweserî ve" li dijî komploya navneteweyî hat destpêkirin, dewam dike. -
'Ji Edûlê heta refên YPS'ê; îsyan û berxwedan mezin dibe'
Yûsûf Hamza yê YPS'yî destnîşan kir, ku YPS û YPS Jin ji bo parastina gel ava bûne. Hamze diyar kir, sîstema dewletê li Kurdistanê naxebte û pêwîstî bi sîstemeke nû heye. -
KCK: Divê gelê me li her derê rabe ser piyan, hesab ji AKP'ê bipirse
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, AKP'ê li Cizîrê bi qasî 50 birîndar û mirovên li wan dinêrîn qetil kiriye û got, "Pêwîste gelê me li hemberî vê komkujiyê li her derê rabe ser piyan û hesab ji hikûmeta AKP'ê bipirse." -
MLKP: Divê civaka Tirkiyeyê ji bo gelê Kurd dakeve kolanan
Ji rêveberên MLKP Rojava Serhat got, "Divê gelê Tirk bi daketina kolanan re nîşanî Erdogan û AKP'ê bide ku ew ne hevparê vê komkujiyê ye." Serkat diyar kir, berxwedana li Bakurê Kurdistanê wê ji sedî sed bi ser bikeve. -
KCD-E li dijî komployê banga çalakiyan kir
Hevserokatiya KCD-E bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ku ji bo meşên 9-12'ê Sibatê yên ber bi parlamentên federal û eyaletan ve, banga tevlîbûnê kir. -
4 cenazê ji Şirnexe şandin Cizîrê
Ji bo karê otopsiyê 4 cenazeyên ku ji Cizîrê biribûn Şirnexê piştî karên otopsiyê bi dawî bû dîsa şandin Cizîrê. -
DMME’yê tevî qetlîama Cizîrê jî serlêdana ji bo tedbîrê red kir
DMM’yê serlêdana ji bo “qedexeya kolanan”, “ jerzemîna wehşetê” û li hember qetlîama ya bi daxwaza tedbîrê red kir. -
Faysal Sariyildiz rewşa dawî ya li Cizîrê nivîsî: Li vir xwişktî/biratî hat qetilkirin
Qetlîam û wehşeta li Cizîrê bi tfaqa AKP- Daîreya Şerê Taybet pêk hat. Hat xwestin ku bi Cizîrê ve tirsê li tevahî civakê belav bikin. -
Li Sûrê yek jê giran 3 leşker birîndar bûn
Li Sûrê hêzên YPS'ê bersiv da êrîşên hêzên dewletê yên li taxên Savaş û Fatîhpaşayê û di pevçûnan de herî kêm 3 leşker birîndar bûn. -
Polîs li Geverê kolanan gulebaran dike
Li Geverê piştî polîsekî tîmên taybet di êrîşa YPS'ê ya çekdarî de hat kuştin, hêzên dewletê Gever dorpêç kir û ketober nava kolanan gulebaran kir. -
Ambûlansên şandin Taxa Cûdiyê ji aliyê leşkerên Tirk paş de hatin vegerandin
Ambulansên Şaredariya Cizîrê yên ku di saetên sibehê de hêzên dewletê bi hinceta ku wê cenazeyan wergirin birin Taxa Cûdiyê, piştî ku bi saetan hate rawestandin paş de hate vegerandin. -
Li Viyanayê li pêşiya navenda SPO’yê çalakî
Li paytexta Awûstûryayê Viyanayê, Kurdistaniyan ji bo terora dewleta Tirk a li Cizîrê protesto bikin li pêşiya navenda partiya SPO’yê çalakî li dar xistin.