KCD-E li dijî komployê banga çalakiyan kir
Hevserokatiya KCD-E bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ku ji bo meşên 9-12'ê Sibatê yên ber bi parlamentên federal û eyaletan ve, banga tevlîbûnê kir.
Hevserokatiya KCD-E bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ku ji bo meşên 9-12'ê Sibatê yên ber bi parlamentên federal û eyaletan ve, banga tevlîbûnê kir.
Hevserokatiya KCD-E bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ku ji bo meşên 9-12'ê Sibatê yên ber bi parlamentên federal û eyaletan ve, banga tevlîbûnê kir.
Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) daxuyaniyek weşand û bang li Kurdistaniyan kir, ku li dijî komploya navneteweyî dakevin kolanan. Di daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin û hat gotin, "Di salvegera 18. a komploya navneteweyî de, em hemû dewletên mêtînger û emperyalîst ên navneteweyî yên di komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd de cih girtine, bi hêrseke mezin şermezar dikin. Bi berxwedana mezin û destanî ya Rêber Apo re hêzên komploker pûç bûne. Kurd îro bi asta têkoşîna xwe ya azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo dimeşîne re, di serî de şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê re gihaştine asta serketinê. Hêzên mêtînger ên di komployê de israr dikin, tevî tecrîd û zexta 17 salan jî negihaştine armanca xwe. Ji roja destpêkê ve gelê me komplo qebûl nekiriye û di serî de li çar parçeyên Kurdistanê li gelek herêmên cîhanê ev zext pûç kiriye, bi dayîna berdêlên mezin re ketiye nava pêvajoya şoreşê."
'GELÊ ME DILSOZIYA XWE YA BI RÊBERÊ ME RE RAGIHANDIYE'
Di dewama daxuyaniya Hevserokatiya KCD-E de hat bibîr xist, gelê Kurd ev 17 sal in ji bo azadiya Ocalan têdikoşe û hat gotin, "Li parzemîna em lê dijîn Ewropayê, ji sala 1999'an û vir ve bi çalakiyên xwe re li dijî komployê têdikoşe. Bi dehan Kurdan bedena xwe kirin sîper û dilsoziya xwe ya bi Serok Apo re ragihandine. Ev xelek piştre bi beşdariya bi mîlyonan mirovî re mezin bû û ji bo pûçkirina komploya navneteweyî bû xwedî hewldan. Gelê Kurd ev 17 sal in, her li ser piyan e û ji bo azadiya Rêber xwe têdikoşe. Gelê me ku azadiya Rêber Apo ji xwe re weke deynekî rûmetî dibîne, di sala 18'an. de wê têkoşîna xwe mezintir bike û bidomîne."
'DIVÊ HER KES DAKEVE KOLANAN'
Hevserokatiya KCD-E di salvegera 18. a komploya navneteweyî de bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir, ji bo tevlî çalakiyên protestoyî bibin û got, "Li hemû welatên Ewropayê, em ber bi parlamentên neteweyî û eyaletan ên li van welatan, meşên dirêj ên 2 rojan organîze dikin. Ji bo van meşên du rojan, meşa dirêj a ciwanên Kurd li Stûttgartê û meş û mîtînga protestoyî ya 13'ê Sibatê ya li Strasboûrgê, em bi şiyara 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' bi xurtî tevlî bibin û berxwedanê mezin bikin. Navê vê berxwedanê serhildana Bakurê Kurdistanê ye. Gelê me 3ıro li Cizîr û Sûrê, li dijî komkujî û barbariya mêtîngeriya Tirk berxwedaneke destanî ya topyekûn nîşan dide. Weke Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, divê em çalakiyên xwe yên ev demeke bi şiyara 'Her der Cizîr e, her der Sûr e, her der berxwedan e' derxînin asteke bilindtir û bibin dengê serhildana Sûr û Cizîrê. Ev berxwedan xwedîderketina li Cizîr û Sûrê ye. Ev berxwedan azadkirina Rêber Apo ye. Bi vî ruh û hişmendiyê re em bang li her kesî dikin ku tevlî xwepêşandanên protestoyî bibin."