'Ji Edûlê heta refên YPS'ê; îsyan û berxwedan mezin dibe'
Yûsûf Hamza yê YPS'yî destnîşan kir, ku YPS û YPS Jin ji bo parastina gel ava bûne. Hamze diyar kir, sîstema dewletê li Kurdistanê naxebte û pêwîstî bi sîstemeke nû heye.
Yûsûf Hamza yê YPS'yî destnîşan kir, ku YPS û YPS Jin ji bo parastina gel ava bûne. Hamze diyar kir, sîstema dewletê li Kurdistanê naxebte û pêwîstî bi sîstemeke nû heye.
Yûsûf Hamza yê YPS'yî destnîşan kir, ku YPS û YPS Jin ji bo parastina gel ava bûne. Hamze diyar kir, sîstema dewletê li Kurdistanê naxebte û pêwîstî bi sîstemeke nû heye.
Berxwedana xwerêveberiyê ya bi mehan e dewam dike, tevî hemû êrîş û hewldanên komkujiyê yên dewletê, li tax, semt, bajar û gelemperiya erdnîgariya Kurdistanê belav dibe.
Endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Yûsûf Hamza yê li navçeya Şirnex Hezexê li pişt xendek û bendan berxwedana 'jiyana nû' dimeşîne, bersiv da pirsên ANF'ê.
YPS û YPS Jin bi kîjan armancê ava bûn?
Avabûna YPS'ê ji bo gelê Kurd pêwîstiyeke lezgîn bû. Li Bakurê Kurdistanê di fermiyetê de ti destketiyên gelê Kurd nîne. Dewletê bi qasî 3 salan di bin navê 'pêvajoya aştiyê' de gelê me xapand. Lê belê ji destpêkê heta dawiya pêvajoyê, ti gav neavêt. Di nava pêvajoyê de zexta li hemberî gelê me zêde kir û ciwanên me xist zîndanan. Di pêvajoya aştiyê de hejmara zîndahiyên siyasî zêde bû. Mirovên tevlî meşek biçûk jî bûn hatin girtin. Dewleta AKP'ê di vê pêvajoyê de xwest Serokkomar bike Padîşah û sîstemeke otorîter ava bike. Ji bo vê armanca xwe xwest demekê qezenc bike.
Piştî ku daxwazên xwe bi cih anî, hemû xwestek û destketiyên gelê Kurd tine hesiband. Helwesteke welê nîşan da, ku şoreşa Rojava ya ku tevahiya cîhan wê qebûl dike û hurmetê nîşanî wê dide, înkar kir û yên ev şoreş pêk anîn jî 'terorîst' îlan kir. Destketiyeke Kurd a li xaka Sûriyeyê jî li dijî xwe dît û hewl da bipelçiqîne. Dewleta AKP'ê qebûl bike yan jî qebûl neke; Kurd û Kurdistan hene. Îro li Kurdistanê bombe li ser mirovan, malan, xweza û dîrokê tê barandin. Weke ciwanên Kurd nedibû em li pêşberî vê rewşê bêdeng bimana. Êrîş û komkujiyên dewleta AKP'ê li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd dike bi awayekî zelal nîşan dide, hiqûq û edalet nemaye.
Ji 1'ê Çileyê û vir ve bi dehan jin, zarok û extiyar hatin qetilkirin. Gelo edalet, hiqûq û wijdan vê qebûl dike? Li hemberî polîtîkaya kirêt a dewleta AKP'ê li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, YPS azadî, wekhevî, demokrasî, însanetî, edalet û hiqûqê dixwaze. Eger şerê me ji bo mal, milk û pereyan bûya, me li hemberî guleyan bedena xwe nedikirin sîper. Em petrolê naxwazin, em dewlemendiyê naxwazin. Em ji bo gelê Kurd yekîtî, aştî û aramiyê dixwazin. Bila gelê me zanibe; dawiya vê mirin jî be em ê ji doza xwe ya mafdar venegerin. Berê dewleta Tirk ji bo Kurdan ev gotin digot; 'Me Kurd li binê axê veşartin û beton rijandin ser wan'. Li hemberî vê me jî dibêjin; 'Tevî hemû hewldanên we jî em ê weke kulîlkekê wî betonî biqelişînin û derkevin holê.'
Em dixwazin xwîn nerije. Ji zarokatiya xwe û vir ve me ji rijandina xwînê re şahidî kirine, êdî bes e! Tevî ku hêzên dewletê dizane li van kolanan kî bi çek e kî sivîl e, bi taybetî gelê sivîl hedef digire, qetil dike û piştre qala hiqûq û edaletê dike. Sekvan bi gotina 'terorîst e' dayikek di rê de derbas dibe, qetil dike. Gelo ev yek bi çi rengî li Îslam û edaletê tê? Vî gelî zerar daye kê? Ewqas karmend û mamosteyan, bi salan li vir man, ti zerar ji vî gelî neditîn!
YPS Jin û YPS ji kî ye?
YPS ez im, tu ye, zarokên vî gelî ye. Zarokên ku her roj bi serketina polîsan hişyar dibin û psîkolojiya wan tevlî hev dibin e. Zarokên ku zilma dewletê qebûl nekirine û li eniyeke hevpar li dijî vê zilmê şer dikin e. Ciwanên li vê eniyê li dijî zilma dewletê şer dikin, xwedî vînek ji pola ye. Mirovekî xwedî vîneke xurt nebe, nikare li hemberî van çekên ji teknîka dawî bi ser bikeve. Gelê Kurd wê vîna xwe a li Rojava îspat kir, li Bakurê Kurdistanê jî careke din îspat bike. Em ê ti carî destûrê nedin careke din fermanên Şengal û Helebçeyê careke din bên nivîsandin. Yê birîna xwe nas neke, nikare ji birîneke din re bibe derman. Dewleta AKP'ê li Yekîtiya Ewropayê îdîa dike ku sivîlan qetil nake. Bila ji Yekîtiya Ewropayê heyet werin, rewşê bibînin û li gorî wê biryarê bidin. Li her derê şerekî kirêt ê dewlet li hemberî gel dimeşîne heye. YPS li dijî nêrîna dewletê ye. Em nêrînên dewletwarî naxwazin. Berevajî em dixwazin jiyaneke komunal bihûnînin. Em alîgirê wekhevî û biratiyê ne. Em cîhaneke cihêkariya jin û mêr lê nîne, dixwazin. Em dizanin heta jin azad nebe, civak û mêr azad nabe. Dema mirov li metropolan temaşe dikin dibînin, ku ciwan bi madeyên narkotîkê ketine, li nava kolanan mirov û jin tên qetilkirin. Ev qirêjî li pêş çavên tevahiya cîhanê diqewime, lê tevî vê yekê jî mirov dibêje 'bila zikê min têr bibe' û vê rewşa lewitî ji nedîtî ve tê. Êdî bes e, em li ser lingê xwe bisekinin. Kurd gelekî ji rêzê nîne! Ji Edûlê heta Şêx Seîd, di her serdema dîrokê de li dijî neheqiyê serî rakiriye, îsyan kiriye. Bila gelê me van bîne bîra xwe. Yên îro berê xwe nadin me, sibe wê ji aliyê wijdanî ve gelekî biêşin.
Medya dûvikê AKP'ê îdîa dike, ku li qadên xwerêveberiyê, ji ber zerar ji YPS Jin û YPS'ê dîtine gel malên xwe diterikîne. Der barê vê hewldana reşkirinê de hûn çi dibêjin?
Gelê me bi me re li ber xwe dide û destekê dide vê berxwedanê. Eger gelê Kurd bêje ew me naxwaze, em ê bi kêliyekê jî li van kolanan nemînin û biçin. Biçin bi mirovên li van kolanan re biaxivin. Ti kes nabêje YPS'ê zerar daye malê min, milkê min. Gelo em çawa dikarin zerarê bidin malên xwe, milkên xwe, xwişk û birayên xwe?
Ber bi herêmên berxwedan lê didome leşker, polîs û cerdevan tên veguhastin. Li ser vê hûn dixwazin çi bêjin?
Dewlet ne 10 hezar leşker, eger rabe temamiya artêşa xwe bîne vê derê jî em ê dest ji berxwedanê bernedin. Em ji wan natirsin. Bi dengê tank û topên wan em mezin bûn. Bi tenê dixwazim ji cerdevanên tevlî van komkujiya bûne vê êjim; Hûn jî Kurd in, ji bîr nekin. Êdî bes e ji dijminatiya li biratiyê. Baş bifikirin bê hûn wê çekê ji bo çi hildigirin û berê wê didin kê. Gelo we ew çek ji bo ax, welatê xwe rakirine, yan jî ji bo qetilkirina xwişk û birayên xwe? Eger hûn naxwazin li hemberî xwişk û birayên xwe şer bikin, hingî dest ji xiyaneta li gelê xwe berdin."
Bangek we ji bo ciwanên Kurd heye?
Ne tenê ji bo ciwanên Kurd, bang li hemû ciwanên cîhanê dikim; em nabêjin bila her kes rahêje çekê. Em bi tenê ji wan dixwazin bên vê derê, li pişt van bendan me bibînin, nas bikin û bi me re bijîn. Bila fêm bikin bê em ji bo çi şer dikin. Eger kêmasiyên me hebin, bila ji me re bibin alîkar ji bo em wan sererast bikin. Em nabêjin em şoreşgerên bêkêmasî ne. Kêmasiyên me bêguman hene. Piştî ku têkoşîna me ya li vir dîtin, bila hingî biryara xwe li ser me bidin. Eleqeya vê têkoşînê bi Kurdbûyînê re nîne. Ji gelek bawerî û nîjadên cuda ciwan di nava refên YPS'ê de cih digirin. Ew dizanin em ji bo edalet û azadiyê şer dikin. Li ku dibin bila bibin, xwedî li têkoşîna gelên bidest derkevin.