Li Artûklû komkujiya li Cizîrê hat protestokirin

Li navçeya Mêrdîn Artûklûyê, bi sedan kes bi şev daketin kolanan û komkujiya hêzên dewletê li Cizîrê kir, şermezar kirin.

Li navçeya Mêrdîn Artûklûyê, bi sedan kes bi şev daketin kolanan û komkujiya hêzên dewletê li Cizîrê kir, şermezar kirin.

Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Her der Cizîr e her der berxwedan e", "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e gel li vir e" meşiya.

Ji ber destwerdana û êrîşa polîsên Tirk, şer derket. Polîsên Tirk bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk êrîşî gel kirin. Gel jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan. Rewşa aloz heta ber destê sibehê dewam kir.