Çalakgerên meşa dirêj gihaştin Lûdwîgsbûrgê

Li Ewropayê, meşa dirêj a ciwanê Kurd a bi şiyara "Bi azadiya Serokatî re ber bi jiyana xweserî ve" li dijî komploya navneteweyî hat destpêkirin, dewam dike.

Li Ewropayê, meşa dirêj a ciwanê Kurd a bi şiyara "Bi azadiya Serokatî re ber bi jiyana xweserî ve" li dijî komploya navneteweyî hat destpêkirin, dewam dike. Ciwan duh êvarê gihaştin Lûdwîgsbûrgê û wê danê vê sibehê ber bi Pforzheîmê ve bimeşin.

Ciwanên ji gelek bajarên Ewropayê, ji bo meşa dirêj li bajarê Elmanya Stûttgartê li hev civiyan. Ciwanên ku duh dest bi meşa dirêj kirin, bi şiyara "Bi azadiya Serokatî re ber bi jiyana azad ve" ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina berxwedana xwerêveberiyê, wê bimeşin bajarê Fransa Strasboûrgê.

Ciwanan posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad vekirin û bi qîrînad irûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê" û "Ciwan fedayiyên Apo ne" bi qasî 15 kîlometreyan meşiyan. Di rê de, faşîstan du caran hewl dan provokasyonê derxînin. Ciwanan bi berxwedana xwe re hemû provokasyon şikandin.

Ciwan saet di 18:30 de gihaştin Navenda Çanda Elewiyan a Lûdwîgsbûrgê û piştî nirxandina rojê, nîqaş li ser pêvajoya siyasî kirin. Piştre sînevîzyona li ser pêvajoyê hat nîşandan. Ciwan dixwazin di 13'ê Sibatê de xwe bigihînin Strasboûrgê. Meşvan wê îro ji Lûdwîgsbûrgê bimeşin Pforzheîmê.

...