KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Berxwedan jiyan e bêdengî îxanet e’
Platforma Hunermendên Êzîdî (PHÊ), bang li tevahî gelê Kurd kir ku li kû derê dibin bila bibin, li hember qetlîamên dewlata Tirk û AKP’ê bêdeng nemînin. -
Malbatên birîndaran: AKP û Erdogan wê di xwîna zarokên me de bifetisin
Malbatên welatiyên li Cizîra Şirnexê birîndar bûn, piştî bihîstina komkujiyê daxuyandin ku kujerê zarokên wan kifş e û AKP wê di xwîna zarokên wan de bifetise. Malbatan banga serhildanê li gelê Kurd kir. -
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Êlihê: Li her deverê bendan deynin, dakevin qadan
Însiyatîfa Gelê Demokratîk a Êlihê, banga serhildanê li gel kir û wiha got: “Divê her herêma Êlihê, her kolan vegerin çalakiyan; divê dijmin li kolanên me negerin.” -
Qetlîama Cizîrê li Nisêbînê hat protestokirin
Li navçeya Nisêbînê bi hezaran kesî komkujiya li Cizîrê pêk hatî bi meşek girseyî şermezar kir. Gel di meşê de bi dirûşman hêrsa xwe ya li hemberî komkujiyê anî ziman û lanetê li êrîşên dewletê anî. -
Endama YPS-Jin Taştamur bi dirûşmeyan hat oxirkirin
Cenazeyê endama YPS-Jin Hîdayet Taştamur a li Şirnexê di çalakiya li dijî Navenda Kademe ya Polîsan de jiyana xwe ji dest da li gundê Girdikanê hate definkirin. -
Li Parîsê çalakiya ‘Cizîrê’ rastî êrîşa polîsan hat: 25 binçavkirin
Polîsên ku êrîşê çalakiya ‘Cizîrê’ ya li Parîsê kirin, 25 kes binçav kirin. -
Elmanya, Awûstûrya û Fransa ji bo Cizîrê li kolanan e
Protestoyên li hemberî qetlîama AKP’ê ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê didomin. Li Awûstûrya û Elmanya, Kurd û dostên wan bi dirûşmeya “Terorîst Tirkiye” daketin kolanan. -
ESP: Ji bo rûmeta mirovahiyê rabin berxwedanê
ESP, li hember qetlîamên li Cizîrê bang li her kesî kir ku dakevin kolanan û bertekan nişan bidin, wiha got: “Ji bo rûmeta mirovahiyê em bang li her kesî dikin ku rabin berxwedanê.” -
Dixwazin qetlîama li Cizîrê veşêrin
Hêzên dewleta Tirk ên ku bi êrîşa li hember du avahiyên cuda yên birîndar lê bûn qetlîam pêkanîn, xebatên ji bo veşartin û reşkirinê didomînin. -
KCK: Tola her şehîdê me wê qat bi qat bê girtin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Qetilkirina birîndarên li Cizîrê teqez pêkanîna tolhildana wehşî ya zîhniyeta qirkir e. Lê, divê ev jî baş bê zanîn ku tola her şehîdê me wê ji aliyê hêzên me yên azadiyê qat bi qat bê girtin. -
2 hezar malbatên din ên ji Helebê koç kirin xwe li Efrînê girtin
2 hezar malbatên din ên ji ber şerê dijwar ji bakurê Helebê reviyan, xwe li Kantona Efrînê girtin. -
Azadiya Welat: Ji aqûbeta Rohat û ji komkujiya AKP berpirsyar e
Rojnameya Azadiya Welat, têkîldarî rewşa Midûrê Karên Nivîsê yê rojnameyê Rohat Aktaş ê ku jê agahî nagirin de daxuyaniyek da çapemeniyê. -
Polîsên Tirk êrîşî protestoya komkujiyê ya li Qoserê kirin
Bi armanca şermezarkirina komkujiya dewleta AKP'ê li Cizîrê kir, girseya gel li Qoserê li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk êrîşî girseyê kirin. -
Hêrsa Kurdên li Ewropayê mezin dibe
Li bajarên Ewropayê, çalakiyên li dijî komkujiyên bi dest û fermana AKP'ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li Bakurê Kurdistanê tên kirin, dewam dikin. -
Hevserokatiya Kantona Cizîrê: Bila her kes li dijî vê wehşetê dakeve meydanan
Hevserokatiya Kantona Cizîrê, der barê komkujiya AKP'ê li pêş çavên tevahiya cîhanê li Cizîra Botan kir de, daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
CÎK: Divê Kurdên Misilman li dijî dewleta zalim li ber xwe bide
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) li ser komkujiya AKP'ê li Cizîrê kir, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de bang li Kurdên Misilman hat kirin ku li dijî zilma dewletê li cem gelê Kurd cih bigirin. -
Ji bo Saltanê YPS’yî mewlûd hat dayîn
Ji bo endamê YPS’ê Mehmet Saltan ê di çalakiya li dijî Navenda Qedemeya Polîsan a li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn. -
Li Hesekê civîna Malbatên Şehîdan
Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Hesekê bi pêşengiya Wezareta Malbatên Şehîdan û Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê, li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê bi beşdariya 250 malbatan civînek hat lidarxistin. -
Li Wanê polîsan mal dan ber guleyan, 2 ciwan gulebaran kirin
Xeteriya yek ji ciwanên ku li Wanê dema qetlîam protesto dikir rastî êrîşa polîsan hat didome. -
Kamûran Yuksek: Bi dehan kes hatin qetilkirin/HAT NÛKIRIN
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek da xuyakirin, ku ew bi rojan e hewl didin birîndarên li jêrzemînên du avahiyên li Cizîrê asê man e derxînin, lê belê hêzên dewletê êrîşî her du avahiyan kirine. -
Li Aûrîchê civîna gel: Divê Kurd û dostên wan li her derê rabin ser piyan
Li bajarê Elmanya Aûrîchê bi dirûşma "Em xwerêveberiyê silav dikin" duh civîneke gel hat lidarxistin. -
Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Rojava dewam dikin
Ji 24'ê Cotmeha 2015'an û vir ve artêşa Tirk êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike. -
Li Ewropayê li dijî Komploya Navneteweyî û AKP’ê meşa dirêj
Ciwanên Kurd ên li Ewropa di çarçoveya pêngava “Xwedî Derkeve” de meşek dirêj li dar dixe. Di meşê de Komploya 15’ê Sibatê wê bê protestokirin û xwedî li berxwedana xwerêveberiyan bê derketin. -
HDP-DBP: Divê gel nesekine; her kes li ber xwe bide!
Hevserokên DBP û HDP'ê yên Bajarê Amedê li dijî komkujiya li Cizîrê banga berxwedanê kirin. Hevserokan diyar kirin, eger li ber xwe bê dayîn wê pêşî li wehşetê were kirin, naxwe li gelek cihên din komkujiyên mezintir dikarin rû bidin. -
Însiyatîfa Gel: Divê her derê Amedê bibe qada çalakiyê, dijmin nikaribe di kolanan de bigere
Însiyatîfa Gel: “Divê li her kolan, taxên Amedê barîqat bên danîn, li her derê agirên berxwedanê bên pêxistin. Kî çi ji destan tê divê wê bike. Pêwîst e her kes derkeve devê deriyê xwe û mal, kolan, taxa xwe biparêze.”