Li Wanê polîsan mal dan ber guleyan, 2 ciwan gulebaran kirin
Xeteriya yek ji ciwanên ku li Wanê dema qetlîam protesto dikir rastî êrîşa polîsan hat didome.
Xeteriya yek ji ciwanên ku li Wanê dema qetlîam protesto dikir rastî êrîşa polîsan hat didome.
Çalakiyên li dijî êrîşên qirker ên AKP’ê xwedîderketina xwerêveberiyan didome.
Li Taxa Xaçort a Wanê di saetên êvarê de polîsên ku taxê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin, welatiyan gulebaran kir. Di gulebaran polîsan de zarokên bi navê Suat Orhan (16) û Ugur Kurt (15) bi giranî birîndar bûn. Piştî ciwanên bi giranî birîndarbûyî ji aliyê gel ve rakirin nexweşxaneyê, pevçûnên li taxê tevahî şevê berdewam kir.
Hêzên dewletê hewl dan berxwedanê bi gulebaran malan û bikaranîna bombeyên gazê bişkînin. Polîsên danê sibehê Kolana Surmelî dorpêç kirin, kedkarên çapemeniyê jî asteng kirin.
Polîs ji bo kolanekê tenê 5 toma, 4 akrep, bi dehan tîmên taybet ên bi maske bikar tîne.
Polîsan nexweşxaneyên ku birîndar lê ne jî dorpêç kirine.
MALBAT: DERDORA GULEBARAN KIRIN; BI ZANEBÛN KIRIN HEDEF
Bavê Ûgûr Kûrt ê birîndar, Îsmet Kûrt got li taxê ti bûyer tinebû, wesayîtên zirxî yên hatin gule li derdor reşandine Kûrt wiha dewam kir: “Wê demê de ciwanên li derve bi çalakiya dengderxistinê ve bûyerên li Cizîr û Sûrê protesto dikirin. Lê, bi gulebaranê tevî kurê min 3 kes birîndar kirin.”
Dayik Sidika Kûrt jî diyar kir ku tevî li taxê ti bûyer nînbûn jî polîs ji taxê derneketiye, bi zanebûn kurê wê kirine hedef.
XETERIYA JIYANÎ YA ORHAN DIDOME
Doktorê Ûgûr Kûrt jî da xuyakirin ku Kûrt ji zikê xwe birîndar bûye, lê xeteriya jiyanê bihuriye. Xeteriya jiyanî ya Sûat Orah ku li Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi tê dermankirin, didome.
Rawestandina rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî li nexweşxaneyê didome.
Piştî êrîşa li hember Sûat Orhan, birayê wî Fettah Orhan û xizmê wî Jiyan Orhan jî hatin binçavkirin.