Li Aûrîchê civîna gel: Divê Kurd û dostên wan li her derê rabin ser piyan

Li bajarê Elmanya Aûrîchê bi dirûşma "Em xwerêveberiyê silav dikin" duh civîneke gel hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Aûrîchê bi dirûşma "Em xwerêveberiyê silav dikin" duh civîneke gel hat lidarxistin.

Siyasetmedarê Kurd Sabrî Agir weke qiseker beşdarî civînê bû û li dijî êrîşên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê banga berxwedanê kir.

Agir got, "Bi armancên bêxêr, bi pêkanînên şerê taybet re êrîş li gelê Kurd tên kirin. Li hemberî van êrîşên hikûmeta AKP'ê, divê berxwedaneke dîrokî ya topyekûn bê nîşandan."

'DIVÊ JI BO AZADIYÊ RABIN SER PIYAN'

Siyasetmedarê Kurd Sabrî Agir axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Hebûn û nasnameya gelê Kurd, bi berxwedana li dijî van êrîşan re dikare werin parastin. Divê gelê Kurd bibîne ku li dijî hebûna xwe êrîş tê kirin û ji bo parastina hebûna xwe, ji bo bi destxistina azadiya xwe li her derê rabe ser piyan. Ne tenê gelê me yê li Kurdistanê; divê gelê me, dostên me û hêzên demokrasiyê yên li Ewropayê jî rabin ser piyan."

Civîn piştî pirs û bersivan bi dawî bû.