ESP: Ji bo rûmeta mirovahiyê rabin berxwedanê
ESP, li hember qetlîamên li Cizîrê bang li her kesî kir ku dakevin kolanan û bertekan nişan bidin, wiha got: “Ji bo rûmeta mirovahiyê em bang li her kesî dikin ku rabin berxwedanê.”
ESP, li hember qetlîamên li Cizîrê bang li her kesî kir ku dakevin kolanan û bertekan nişan bidin, wiha got: “Ji bo rûmeta mirovahiyê em bang li her kesî dikin ku rabin berxwedanê.”
Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), têkildarî qetlîama dewletê ya li Cizîrê pêk anî daxuyaniyek da.
ESP’ê diyar kir ku mirovên birindar hatine qetilkirin û wiha anî ziman: “ Divê her kes li hember qetlîamên li Cizîrê bikeve nava tevgerê, em bang dikin dakevin kolanan û bertekên xwe nîşan bidin. Em ji bo dawî li vî şerê wehşetê bînin banga ji berpirsyaran hesab bixwazin dikin.”
ESP ji bo piştgiriya gelê Kurd bang kir, di berdewamiya daxuyaniyê de wiha ragihand: “Ji bo li hember qetlîamên li Sûr, Cizîr, Silopiya yên bi awayê giştî em banga mil bi mil pişgiriyê bidin berxwedana gelê Kurd li gelan dikin. Li hember êrîşên qirkirinê yên di bin navê ‘Plana master” de em bi hev re têkoşînê bimeşînin û em dawî li qetlîamên faşîst bînin.
Ji bo dawî li qetlîaman were divê em bi hev re berxwedanê bimeşînin. Ji bo rûmeta mirovahiyê em banga berxwedanê li her kesî dikin.
Hikûmet divê aqûbeta birîndaran ji raya giştî re eşkere bike. Divê dawî li dorpêç û qedexeya kolanan bîne û divê dawî li operasyonan bîne.”