Di daxuyaniya nivîskî ya CÎK'ê de çend ayet ji Quranê hat parvekirin û hat destnîşankirin, ku AKP bi rengekî li dijî Îslamê zilmê dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li diyarê pêxemberan Cizîrê, li dilê gelê berxwedêr ê Kurdistanê gelê Botanê, ji aliyê DAIŞ'iyên bi kravat komkujî hatiye kirin" û ev bang hat kirin:
"Gelê me yê mezlûm! Roj ev roj e! Derfet hene em netewe û ola xwe ji van zaliman biparêzin. Ji bo parastina Cizîr, Sûr û welatê me yê pîroz ji van kujeran, ji bo rizgariya namûsa me li ber xwe bidin. Dem ew dem e em êdî li hemberî van kujer û dizan bikevin nava tevgerê. Divê hemû Kurdên Misilman li cem gelê mafdar cih bigire, ji bo rizgarkirina Kurdistana bihuştê ji van zaliman, divê hîn bêhtir bixebitin."
'JI MIROVÊN LI DIJÎ ZILMÊ LI BER XWE DIDIN, MIZGÎNIYA BIHUŞTÊ TÊ DAYÎN'
Di dawiya daxuyaniya xwe de Civaka Îslamî ya Kurdistanê got, "Ji destê we çi tê divê hûn îro wê bikin; sibe gelekî dereng e. Xwedê mizgîniya bihuştê dide mirovên li dijî zilmê li ber xwe didin. Serketin bi destûra Xwedê ya gelê me yê li dijî zilmê li ber xwe dide ye."