Hevserokatiya Kantona Cizîrê: Bila her kes li dijî vê wehşetê dakeve meydanan

Hevserokatiya Kantona Cizîrê, der barê komkujiya AKP'ê li pêş çavên tevahiya cîhanê li Cizîra Botan kir de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hevserokatiya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir şermezar kir û bang li Kurdan û tevahiya mirovahiyê kir, ku dakeve qadan.

Hevserokatiya Kantona Cizîrê, der barê komkujiya AKP'ê li pêş çavên tevahiya cîhanê li Cizîra Botan kir de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Êrîşên bêser û ber ên dewleta Tirk ku li dijî gelê me yê berxwedêr ê li Bakurê Kurdistanê tê kirin hîn dewam dikin. Careke din hikûmeta AKP’ê li bajarê Cizîra Botan komkujî pêk anî û birîdarên ku zarok jî di nava de bûn qetil kir. Hikûmeta AKP’ê avahî li ser serê birîndaran anî xwarê.

Ev komkujî di dema ku gelê kurd li Bakur û Rojava destketiyan bidest dixin de pêk tên. Dewleta Tirk bi vê yekê re careke din dixwaze piştgiriya xwe ya bi komên çete re veşêre û ji ber vê yekê bi xwîneke sar êrîşî gelê sivîl dike. Ev komkujî niha bi zanebûn pêk tên.

Em weke Hevserokatiya Kantona Cizîrê vê komkujiya ku karekî terorîstane ye bi tundî şermezar dikin û em dibêjin ku em ê heta dawî li pişt gelê xwe yê berxwedê bin. Em ê hemû tiştên xwe yên giran buha ji bo gelê xwe feda bikin.

Hemû hêzên kurdî, hêzên demokratîk û cîhanê pêwîste ji bêdengiya xwe derkevin û li dijî komkujiyên ku hikûmeta AKP pêk tînin derkevin. Her wiha em bang li gelê xwe û hemû gelên aştîxwaz dikin ku ji bo dawî li komkujiyan bînin bikevin nava tevgerê."