BI DÎMEN

Li Ewropayê li dijî Komploya Navneteweyî û AKP’ê meşa dirêj

Ciwanên Kurd ên li Ewropa di çarçoveya pêngava “Xwedî Derkeve” de meşek dirêj li dar dixe. Di meşê de Komploya 15’ê Sibatê wê bê protestokirin û xwedî li berxwedana xwerêveberiyan bê derketin.

Ciwanên Kurd ên li Ewropa di çarçoveya pêngava “Xwedî Derkeve” de meşek dirêj li dar dixe. Ciwan ji gelek bajarên Ewropa 7’ê Sibatê li bajarê Stûtgart ê Elmanya tên gel hev, bi şîara, “Bijî Azadiya Serokatî, Ber Bi Jiyana Xweserî” ve wê bimeşin bajarê Strasboûrg ê Fransa. Ciwan hedef dikin ku 13’ê Sibatê bigihêjin Strasboûrgê, li vir tevlî mîtînga ku li dijî Komploya Navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û êrîşên qirker ên dewleta Tirk tê lidarxistin bibin.

Roja yekemîn a meşa dirêj, saet 09.30’an bi daxuyaniyek çapemeniyê ve li Navenda Civaka Kurd a Stûtgartê despê kir, bi tevlîbûna sedan ciwanî ve Komploya 15’ê Sibatê hat protestokirin û li dijî êrîşên qirker ên AKP’ê berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

‘13’Ê SIBATÊ EM TEVLÎ MÎTÎNGA LI STRASBOÛRGÊ BIBIN’

Di daxuyaniyê li ser navê Komîteya Amedkar a Meşa Dirêj de hat diyarkirin ku ciwan heta 13’ê Sibatê nêzî 130 kîlometreyî wê ji bo azadiya Ocalan bimeşin. Di daxuyaniyê de ji bo meş û mîtînga 13’ê Sibatê li bajarê Strasbourg ê Fransa jî banga tevlîbûnê hat kirin.

Komîteya Meşê da xuyakirin ku wê gelê di pêşengiya YPS/YPS-Jin li ber xwe dide bê silavkirin.

Ciwan hedef dikin ku roja yeke 15 kîlometreyan bimeşin û bigihêjin bajarê Lûdwîgsbûrgê. Piştî meşa roja yekemîn jî wê semîner bê dayîn.

...