KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ciwanên Şengalî: Em amade ne li nava refên YPS'ê li ber xwe bidin
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şengalê bi merasîmekê, damezrandina YPS û YPS Jin silav kir. Ciwanên Şengalê dan xuyakirin, ku ew amade ne li nava refên YPS'ê li ber xwe bidin. -
Parêznameya 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' a Ocalan bi Rûsî hat tercûmekirin
Pirtûka 5. a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a bi navê 'Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweyî-Li hemberî Qirkirina Çandî Parastina Kurdan' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi zimanê Rûsî hat tercûmekirin. -
Heyeta DBP û HDP'ê wê biçe Cizîrê
Ji bo wergirtina birîndar û cenazeyên li jêrzemînên li Cizîrê asê man e, Hevserokê Giştî yê DBP'ê, Parlamenterên HDP'ê, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û kedkarên tenduristiyê yên dildar wê biçin Cizîrê. -
Fermandarê gerîla Mazlûm Kurdistan: Em dikarin di nava 15 rojan de Hewîce rizgar bikin
Ji Fermandarên Eniya Kerkûkê yên HPG'ê Mazlûm Kurdistan destnîşan kir, ku bi hêzên pêşmergeyan re ew dikarin di nava 15 rojan de navçeya Hewîce rizgar bikin û got, "Gerîla dixwaze bi pêş de biçe, lê hêzên din operasyonê timî taloq dikin." -
Êrîşa çeteyan a li dijî Tişrînê hat şikandin
Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî derdora Bendava Tişrînê bikin. Di encama bersiva tund a şervanên HSD'ê de gelek çete hatin kuştin. Çete neçar man birevin. -
Agahî ji birîndarên li Cizîrê nayê girtin, dorpêçî di roja 56. de ye
Ji birîndarên ev 16 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê ase man e, ev 9 roj in agahî nayê girtin. Bi birîndarên li jêrzemîna avahiyeke din asê man e re, 2 roj in têkilî qut bûye. -
Helebiyên koçî Efrînê dikin: Em ji çeteyên ji aliyê AKP'ê ve tên destekkirin reviyan
Di nava 3 rojên dawî de ji gund û bajarokên Misqan, Kefer Nasih, Şêx Îsa, Til Rifet, Kefir Naya, deriyê El Bab û Dêr Cemal ên li bakurê Helebê 130 malbatên din ji neçarî xaka xwe terikandin û xwe li kantona Efrînê girtin. -
'Em ê nehêlin ên gundên me tine kirin, bajarên me tine bikin'
Kurê Huseyîn Guzel ê li Silopiyayê ji ber bomberdûmana hêzên dewletê krîza dil derbas kir û cenazeyê wî 14 rojan li malê li ser maseyê ma, Ahmet Guzel tiştên ku qewimîn weke zilmê bi nav kir. -
'Hevgirtina gelan wê AKP'ê têk bibe'
Endamên Bloka Aştiyê yên ji bo destekkirina Meşvanên Botanê hatine Nisêbînê, dan xuyakirin ku bi hevgirtina gelan a li dora têkoşîna aştiyê re wê AKP were têkbirin. -
Terikandina welêt çareserî nîne
Ji rêveberên ciwanan ê Tevgera Goran Dilêr Abdulhalik diyar kir, derketina derveyî welat a ciwanên Başûrê Kurdistanê çareserî nîne û got, "Çareserî; mayîna li welêt û têkoşîna ji bo avakirina rêveberiyeke demokratîk e." -
CDK-F ji bo meşa 13'ê Sibatê banga tevlîbûnê kir
CDK-F, ji bo meşa 13'ê Sibatê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê li dijî komploya navneteweyî tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Li gelek navendan çalakiya dengderxistinê
Li gelek navendan Kurd daketin kolanan û bi dengderxistinê ve êrîş, dorpêç û qatlîamên Kurdistanê şermezar kirin. -
Meşvanên Botanê dê sibehê dîsa berê xwe bidin Cizîrê
Sibehê saet di 11.00’an de wê ji Nisêbînê carek din bi hezaran çalakvanên Meşa Botanê ber bi Cizîrê ve meşê li dar bixin. -
Swîsreyî deng dan Bakurê Kurdistanê
Komên çep û alternatîf ên Swîsreyî di serî de Cizîr û Sûrê qetlîamên dewleta Tirk prostesto kirin û banga mezinkirina berxwedanê li her kesî kirin. -
Li Şirnexê û Mêrdînê çalakiya dengderxistinê
Ji bo çalakiyên dengderxistinê yên bi dirûşma “Li hember zilmê deng derxin, deng bidin aştiyê” ên ji bo rizgarikirina birîndarên li Cizîr û protestokirina polîtîkayên şer ê AKP’ê tên lidarxistin. -
Li Geverê bi TIR’an sewqiyata tankan
Li navçeya Gever a Colêmêrgê bi TIR’ên leşkerî sewqiyata tankan pêk hat. -
Topek li navçeya Rezanê ket
Li hember navçeya Sûr ê Amedê êrîşên hêzên dewleta Tirk tevahiya rojê berdewan kir, yek ji topa ku avêtin Sûrê li taxek a navçeya Rezanê ket. -
Li Kobanê xwepêşandan ji bo piştgiriya Bakur
Bi diruşmeya “ Berxwedana Bakur wê bi ser keve “ Partî Demokratî Kurd ên Sûriyeyê (PDKS) ji bo piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê xwepêşandanek lidar xistin. -
PDK’ê korîdora di navbera Şengal û Rojava de digire
Rayedarên PDK’ê nehiştin ku welatiyên Şengalê derbasî Rojava bibin. Tevgera Demokratîk a Êzdiyên Azad li hemberî helwesta PDK’ê nerazîbûna xwe anî ziman. -
18 Kobaniyî ji zindanên DAÎŞ’ê reviyan
18 Kobaniyên li zindanên DAÎŞ’ê yên Bajarê Bab ê Sûriyeyê dihatin girtin reviyan. -
Xebatkarên tenduristiyê bang li hikûmetê kir: Korîdora tenduristiyê vekin
Xebatkarên tenduristiyê yên dildar ên ambûlansa wan îro ji aliyê polîsên Tirk ve hatin desteserkirin, ji bo rakirina birîndarên li Cizîrê ev 8 roj in li ser rêyan in, astengkirin protesto kirin. -
Li Baselê çalakî didomin: Em li ber xwe bidin, bi ser kevin!
Greva birçîbûnê ya li Baselê bi armanca protestokirina wehşeta dewleta Tirk hat li darxistin, di roja 2’yemîn de bi ziyaretan piştgiriyê yên siyasetmedaran re didomin. -
Li Kerkûkê 27 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Balefirên girêdayî Koalîsyonê îro tevahiya rojê çeperên DAÎŞ’ê yên li herêma Tilwerdê ya rojavayê Kerkûkê bombardûman kirin. Di bombardûmanê de 27 çete hatin kuştin. -
Endamê BÎKG'ê bi jinên Amedê re hatin gelhev
Jinên ku bi pêşengiya BÎKG'ê ve li gelek bajarên Tirkiyeyê hatin gel jinên Amedê. -
YPS: Li Şirnexê 15 û li Sûrê jî 7 çete hatin kuştin
Koordînasyona Gişti ya YPS’ê ragihand ku di çalakiyên li hember çeteyên dewleta Tirk ên li Şirnex û Sûrê de 22 çete hatin kuştin û 26 jî birîndar kirine.