'Hevgirtina gelan wê AKP'ê têk bibe'
Endamên Bloka Aştiyê yên ji bo destekkirina Meşvanên Botanê hatine Nisêbînê, dan xuyakirin ku bi hevgirtina gelan a li dora têkoşîna aştiyê re wê AKP were têkbirin.

Hevberdevka Bloka Aştiyê ya Îzmîrê Sevîm Korkmaz Dînç anî ziman ku wan xwestine dengê aştiyê ji Îzmîrê bînin, lê belê hînê di rê de wan wehşeta dewleta AKP'ê ya li Kurdistanê dîtine. Dînç bal kişand ser êrîşên li hemberî giseya gel a dimeşiya Cizîrê û got, "Polîs û leşkerên bi vî rengî êrîşî sivîlan dikin, Xwedê zane li Cizîrê hovîtiyeke çawa dikin." Dînç ragihand, ku AKP ji bilî girseya xwe mafê jiyanê nade ti kesî û got, "Li şûna mirovan bixin girtîgehê êdî bajar û taxan dikin girtîgeh."
'CIZÎR JI NIHA VE LI HEMBERÎ PLANÊN AKP'Ê BI SER KETIYE'
Dînç bal kişand ser 'Plana têkoşîna li dijî terorê û rehabîlîtasyonê" ya Serokwezîr Ahmet Davûtoglû li Mêrdînê eşkere kir û axaftina xwe wiha dewam kir: "Xuya ye dixwazin plana komkujiyê ya di hişê xwe de, bike qanûn. Ji ber ku nikare pêvajoya heyî ji Ewropayê û welatên din re vebêje. Niha hewl dide kirasekî qanûnî li vê bike." Tûnç da zanîn, ku ji bo ev plan nekeve meriyetê divê têkoşîn bê dayîn û destnîşan kir, ku ti rewabûna AKP'ê nemaye, AKP wê bi têkoşîna hevpar a gelan re têk biçe. Dînç anî ziman, ku planên AKP'ê pûç bûne, tevî hilweşîn û komkujiyên li Cizîrê jî gelê Cizîrê ji niha ve li hemberî AKP'ê bi ser ketiye.
'HEVGIRTINA GELAN WÊ AKP'Ê TÊK BIBE'
Endamê Bloka Aştiyê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek jî da xuyakirin, ku weke heyetê ew dixwazin birîndarên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê derxînin. Çîçek rewşa wan li Kurdistanê dîtine, ji texmînên wan qat bi qat dijwartir e û destnîşan kir, ku ya diqewime wehşet e. Çîçek banga bidawîkirina dorpêçî û qedandina komkujiyan kir û diyar kir, bi hevgirtina gelan a li dora têkoîna aştiyê, wê AKP were têkbirin.