CDK-F ji bo meşa 13'ê Sibatê banga tevlîbûnê kir
CDK-F, ji bo meşa 13'ê Sibatê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê li dijî komploya navneteweyî tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
CDK-F, ji bo meşa 13'ê Sibatê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê li dijî komploya navneteweyî tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, amadekariyan dikin ku komploya navneteweyî di salvegera 17. de bi xwepêşandanên girseyî protesto bikin. Mîna her sal, îsal jî wê li abjarê Fransa Strasboûrgê meşeke girseyî bê lidarxistin. Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), ji bo meşa 13'ê Sibatê roja Şemiyê ya li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir.
CDK-F daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li her kesî kir, ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Strasboûrgê bin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di salvegera 17. a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de, ji polîtîkaya qirkirin û komkujiyê ya dewleta Tirk a li Kurdistanê tê meşandin careke din tê fêmkirin, ku komplogerên navneteweyî hînê dest ji komployê bernedane. Şewitandin û xerakirina Kurdistanê, qetilkirina zarokan bi xwînxwarî, qetilkirina jinan bi xwînxwarî bi Kurdistanî ev şerêl qirkirin û tinekirina topyekûn ê li hemberî gelê Kurd tê meşandin nîşan dide, ku komploya beriya niha bi 16 salan li ser gelê Kurd hatibû ferzkirin, di roja îro de bi awayekî berfirehtir ketiye dewrê."
CDK-F diyar kir, gelê Kurd û dostên wan, wê polîtîkaya komkujî-qirkirinê û komploya tinekirina neteweyî ya ji nû ve tê ferzkirin, bi berxwedana mezin a li her qada jiyanê re, di salvegera 17. de pûç bikin.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di salvegera 17. de wê komplo bi çalakiyên li çar aliyên cîhanê were protestokirin û hat gotin, "Komploger wê careke din bên lenetkirin. Li dijî hêzên êrîşkar û dagirker ên dixwazin careke din komployê li ser gel û neteweya Kurd ferz bikin, em ê careke din dengê xwe bilind bikin.
Li ser vê bingehê wê li welatên Ewropayê jî hin rêzçalakî bên lidarxistin. Mîna her sal, wê îsal jî çalakiya herî mezin-navendî li Strasboûrgê pêk were. Weke komîteya amadekar a vê çalakiya navendî ya 13'ê Sibatê roja Şemiyê, me di civîna xwe ya dawî de hem pêvajo nirxandine, hem jî wate û girîngiya çalakiyê nîqaş kirin. Di vê çalakiyê de amadekarî temam bûne û em bang li gelê Kurdistanê û hemû dostan dikin, ku ji sedî sed beşdarî çalakiyê bibin.
Ji bo vê meş û mîtînga navendî ya bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statu" em bang dikin, ku bi ruhê Kobanê-Sûr-Cizîr-Silopiyayê dengê ji bo azadiya Serok Apo bilind bikin, xwedî li têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê û berxwedana gelê me ya li dijî mirinê derkevin û li hemberî komkujiyên dewleta Tirk bi hovane dikin, helwestê nîşan bidin. Di 13'ê Sibate roja Şemiyê de em li Strasboûrgê li hev bicivin û cihê xwe di nava govenda azadiyê ya ji bo Rêber Apo de bigirin."