Di nava 3 rojên dawî de ji gund û bajarokên Misqan, Kefer Nasih, Şêx Îsa, Til Rifet, Kefir Naya, deriyê El Bab û Dêr Cemal ên li bakurê Helebê 130 malbatên din ji neçarî xaka xwe terikandin û xwe li kantona Efrînê girtin.
Ehmed Hemdo yê ji gundê Kefir Nasih der barê kiryarên Tirkiye de wiha axivî "Tirkiyeyê çete rê kir gundên me û malên me xera kirin. Berî ku Tirkiye destwerdana Sûriyê bike em di nava ewlehiyê de bûn, lê belê Tirkiyeyê ji derve çete rê kir gundên me û hemû malên me xera kirin. Em ji Tirkiyeyê re dibêjin bila dev ji xaka me berd. Em hatine Kantona Efrînê ji ber Efrîn ji gundewarên bakurê Helebê bi ewle ye û aramî ye."
Husnî Debas ê ji bajarokê Dêr Cemalê ye anî ziman, ku bi sedan malbat li ser sînorê Tirkiyeyê sekinîne û got "Tirkiyeyê derî girtiye û nahêle welatî derbasî Tirkiyê bibin. Em ji Tirkiyê re dibêjin ew bi tehrîkirina çeteyan nikare xaka me dagirker bike. Tirkiye herêmên me herêmên leşkerî îlan dike û çeteyan rê dike ser serê me. Em Tirkiyeyê li ser xaka xwe qebûl nakin."
Welatiyê bi navê Eymen Wehîd ê ji Dêr Cemalê jî ev tişt bilêv kir "Heyanî herêmeke weke Efrîn bi ewle heye, pêdiviya me nîne em derbasî Tirkiyeyê bibin. Em û şêniyên Efrînê ji kevn ve birayên hevdû ne. Êdî em ji siyaseta Tirkiyeyê gelekî tengav bûne."