YPS: Li Şirnexê 15 û li Sûrê jî 7 çete hatin kuştin
Koordînasyona Gişti ya YPS’ê ragihand ku di çalakiyên li hember çeteyên dewleta Tirk ên li Şirnex û Sûrê de 22 çete hatin kuştin û 26 jî birîndar kirine.
Koordînasyona Gişti ya YPS’ê ragihand ku di çalakiyên li hember çeteyên dewleta Tirk ên li Şirnex û Sûrê de 22 çete hatin kuştin û 26 jî birîndar kirine.
Koordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) diyar kir ku êrîşên topyekûn ên hikûmeta AKP’ê ya faşîst a li hemberî xwerêveberiya li Kurdistanê dayî destpêkirin didomin. YPS da xuyakirin ku li hember êrîşên çeteyan ên li herêmên xwerêveberiyê bi hêzeke xurt û bi îradeyeke dîrokî berxwedaneke mezin didin nîşandan.
“Di vê çarçoveyê de hêzên me gelek çalakî li dar xistin, di çalakiyên hatin lidarxistin de li Şirnexê 15 çete hatin kuştin û 25 çete jî birîndar bûn. Dîsa li Sûrê 7 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.”
Di daxuyaniya YPS’ê de têkildarî çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:
“Li navenda Şirnexê ji aliyê hêzên me ve roja 5’ê Sibatê li hember qereqola polîsan a li Bahçelîevler çalakîyek hat lidarxistin. Hêzên me 4 çeperên qereqolê xistin, piştre ketin qereqolê. Ev çalakiya nêzî 20 kêliyan dewam kir. Piştre bi hatina taqwiyeyê ya çeteyan şer dijwar bû. Hêzên me wesayîta Kobra ya zirxî ya wek teqwiye hat jî îmha kirin. Di vî şerî de hêzên me pêgereke keşfê jî îmha kirin. Di vê çalakiyê de bi giştî 11 çete hatin kuştin, 24 çeteyî birîndar bûn. Li vir şer ji saet 6:30’an û şûn de bê navber berdewam kir. Di vê çalakiyê de 5 hevrêyên me bi ruhê fedaiyane beşdarî çalakiyê bûn, bi qehremanî berxwedana têkoşînê dan û tevlî karwanên şehîdan bûn.
Duh sibehê saet 8’an de hêzên me kamereya termal a li Taxa Dicleyê îmha kirin. Dîsa di heman saetan de wesayîta ku 20 çawîşên pispor tê de bûn, ji Cizîrê dihatin Şirnexê, hêzên me wesayît kir hedef û lê xistin. Di vê wesayîtê de 4 çawîşên pispor hatin kuştin.
Ev çalakî li tevahî navenda Şirnexê belav bûn û cih bi cih şer didome. Li Şirnexê, çete sivîlan dikin hedef û lê dixin. Di encama êrîşên çeteyan de zarokê bi navê Mehmet Siddik Tekmen hat qetilkirin.”
LI SÛR’Ê 7 ÇETE HATIN KUŞTIN
YPS’ê ragihand ku di şerên li Sûrê de 7 çete hatin kuştin. YPS’ê wiha diyar kir: “ Roja 5’ê Sibatê saet derdora 1.00’an , çeteyên ku xwestin bi awayê dizî bikevin Mizgefta Çar Ling bû hedefa hêzên me. Li vir 3 çeteyên qesrê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Dîsa di heman saetan de hêzên me li derdora Firina Emniyetê li çeteyan xistin, li vir çeteyek hat kuştin.
Di heman rojê saetên nîvroyê de çeteyên ku xwestin bi dizî bikevin Xanim Paşayê bûn hedefa hêzên me û li vir di derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Di çalakiya hêzên me de, di navbera kolana Karadeniz û Firina Emniyetên de çeteyek hat kuştin.
4’ê Sibatê saetên pişt nîvroyê hêzên çeteyên ku xwestin bi dizî bikevin Minareya Çar Ling ji aliyê hêzên me ve hatin dîtin û bûn hedef. Li vir 2 çete hatin kuştin.
Dîsa di heman saetan de 2 leşkerên li dordora Hisarliyê digeriyan ji aliyê hêzên me ve hatin lêxistin. Li vir têkildarî leşkeran ti agahî nehat bidestxistin. Yek ji van leşkeran jî jin bû.
Roja 4’ê Sibatê saet 7:30’an de şervanekî me şehîd ket.
Dîsa çeteyan zarokê bi navê Cihan Morgulu (14) qetil kir.”
NASNAMEYA ŞERVANÊ JIYANA XWE JI DEST DAYÎ
Nasnameya şervanê YPS’ê yê jiyana xwe ji dest dayî wiha ye:
Nasnav: Welat Bîlen
Navê Dayik û Bav: Bakiz- Mehmet Tahîr
Dîroka Jidayikbûnê: 1992 Mêrdîn /Qoser