KURDISTAN
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
"Entegrasyona demokratîk ji bo Êzîdiyan meşeke dirêj û bi israr e ku dewletê biçûk dike û civakê mezin dike; bîra qirkirinê vediguherîne avakariya siyasî. Meclîs divê hêzên parastina cewherî bi perspektîfa neteweya demokratîk koordîne bike."
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê, bi rûniştina ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ dewam dike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê bi panela yekemîn dewam dike. Di konferansê de hate ragihandin ku divê dîrok baş bê xwendin û hate gotin, "Divê ferman ne tenê weke karesat, lê weke dersên ji bo paşerojê bê dîtin."
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" li Şengalê destpê kir. Konferans ji bo pêkanîna edaletê û entegrasyona demokratîk ji bo Şengalê girîng tê dîtin.
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş: Li dijî zilmê li her derê dengê xwe bilind bike!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş : “Li dijî zilmê dengê xwe bilind bike, em dibêjin deng bidin aştiyê. Nebêjin gelo ez dikarim çi bikim. Divê li her derê dengê kesên ku dibêjin ‘em piştgiriya şerê qirêj nakin’ bilind bibe.
-
Bi Hezaran ber bi Cizîrê derket rê
Bi hezaran kesên ji Tirkiye û Kurdistanê hatin Nisêbînê ji bo şikandina dorpêça li Cizîrê û alîkariya birîndarên li "jêrzemîna hovîtiyê" berê xwe dan Cizîrê.
-
-
-
Gelê Rojhilatê Kurdistanê ji bo Bakur daket qadan
Gelê Kurd li rojhilatê Kurdistanê, duh carek din ji bo xwedîderketina li berxwedana bakurê Kurdistanê daket qadan. Çalakî tevî astengî û êrîşên hêzên rejîma Îranê jî, li gelek bajaran hatin lidarxistin.
-
-
Tûnç: Dixwazin me li vir înfaz bikin
Derket holê, avahiya 37 kes lê asê mabûn û ji ber şewata ji topbarana hêzên dewletê 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê maşînên zirxî ve hatiye dorpêçkirin û anonsa "Teslîm bibin, naxwe ji ya biqewime hûnê berpirsyar bin" tê kirin.
-
Li Şirnexê gelek polîs hatin kuştin
Li hemberî êrîşên bi çekên giran ên li dijî taxa Bahçelîevlerê, hêzên YPS û YPS-Jin li hemberî navendeke polîsan a li taxê çalakiyek pêk anîn.
-
Li Sûrê zarokê 13 salî hat qetilkirin
Zarokê çend roj berê li Sûrê ji ber êrîşa hêzên dewletê ji pişta xwe ve birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da, hat ragihandin ku Mûrat Menekşe yê 13 salî ye.
-
Gelo Çelîktepe ji aliyê polîsan ve hat înfazkirin?
Selahattîn Çelîktepe duh bi şev piştî çalakiya dengderxistinê hate qetilkirin û polîsan cenazeyê wî rakirin nexweşxanê. Polîsên li malbatê geriyan pêşî gotin "di şer de hatiye kuştin" dûre gotin "edlî" ye. Ev daxuyaniyên nakok şika înfazê xurt dike.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Têkilî bi 'Madimak a Cizîrê' re qut bû
Têkiliya bi avahiya li taxa Cûdî ya Şirnexê ku duh ji ber topbarana dewleta Tirk agir pê ket û 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 25 birîndar jî tê de asê mane, qut bû.
-
-
-
-
Balûken: AKP'ê Madimakek nû anî serê Cizîrê
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken da xuyakirin, ku ekîbên arkujiyê yên ji bo vemirandina şewata ji ber bomberdûmana li malek li taxa Cûdî ket ser rê, ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatin astengkirin û got, "Madimakek nû anîn serê Cizîrê."
-
-