Topbarana li hemberî Sûrê dewam dike

Li navçeya Amed Sûrê, ku terora dewletê ev 66 roj in lê dewam dike, danê vê sibehê jî top lê hatin barandin. Ji navçeyê dûxan bilind dibe.

Li navçeya Amed Sûrê, ku terora dewletê ev 66 roj in lê dewam dike, danê vê sibehê jî top lê hatin barandin. Ji navçeyê dûxan bilind dibe.

Li navçeya Sûrê, ku 66 roj in gel li dijî wehşeta dewleta Tirk li ber xwe dide, ji danê sibehê ve top tên barandin. Dorpêçiya li ser taxên Cevatpaşa, Dabanoglû, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş, Cemal Yilmaz ji 2'ê Kanûnê û vir ve didome. Li 8 taxên ku bi awayekî fermî qedexe lê nîne û li kolanên Melîkahmet û Gazî, ketin û derketin ji aliyê polîsên Tirk ve bi tundî tê kontrolkirin. Li navçeya ku gel bi zorê tê koçberkirin, danê sibehê dengê teqînan û çekan zêde bû.