Li taxa Cûdî ya navçeya Şirnex Cizîrê, di encama şewata ji ber bomberdûmana li hemberî avahiyekê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Şewata li avahiyê hînê nehatiye vemirandin. 25 kesan jî xwe li jêrzemîna avahiyê girtine.
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken diyar kir, çûyîna arkujiyan ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye astengkirin û got, "Hikûmeta AKP'ê ya nehişt arkuj şewata li Cizîrê vemirînin, komkujiyeke mezin pêk anî. Madimakeke nû anîn serê Ciîrê."
Balûken anî ziman ku li jêrzemîna avahiya 9 kesan lê jiyana xwe ji dest dan, 25 kes ji ber şewatê birîndar bûne û hînê lê ne. Balûken di ser hesabê xwe yê twitterê re ev daxuyanî da: "Ji bo ambûlans birîndaran werbigire, me bi Wezareta Tenduristiyê re hevdîtin kirin. Her kêlî dikare bibe sedema mirinan. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê jî di avahiya şewitî de ye û ez bi wan re axivîm. Rîsk heye ku ew jî bên înfazkirin. Hemû mirovên di hundir de ne bê çek in û divê bi lezgînî sewqî nexweşxaneyê werin kirin. Zîhniyeteke welê heye ku êdî ji bo şandina ambûlans û arkujan jî bazariyê dike. Em li benda agahiyek ji jêrzemîna wehşetê bûn, lê Madimakeke nû li Cizîrê rû da. Li Cizîrê zîhniyetekî mirovahî pê re nemaye, digere. Niha dest bi bombekirina Madimaka Cizîrê kirine. Li şûna ambûlansan, bombeyan dibarînin."