Bi Hezaran ber bi Cizîrê derket rê

Bi hezaran kesên ji Tirkiye û Kurdistanê hatin Nisêbînê ji bo şikandina dorpêça li Cizîrê û alîkariya birîndarên li "jêrzemîna hovîtiyê" berê xwe dan Cizîrê.

Bi hezaran kesên ji Tirkiye û Kurdistanê hatin Nisêbînê ji bo şikandina dorpêça li navçeya Cizîrê ya Şirnexê û alîkariya birîndarên li "jêrzemîna hovîtiyê" û wergirtina 16 canezeyan berê xwe dan Cizîrê. Bi hezaran kesên li ber avahiya Navenda Çandê ya Mîtanniyê kom bûne piştî axaftina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek li wesayîtan siwar bûn. Polîsan xwestin asteng bikin, lê ji ber bibiryarbûna gel neçar man vekişin. 

Gel ber bi Cizîrê derket rê.

...