BI DÎMEN

'Tecrîda li ser Rêber Apo li ser tevahiya mirovahiyê ye'

Gerîlayê HPG'ê Egîd Gabar got, "Azadiya Rêber APO azadiya tevayî cîhanê ye. Ji bo azadiya Rêber APO çi erkên ku bikevin ser milên me em ê bi hemû hêza xwe bi cih bînin."

Gerîlayê Hezên Parastina Gel (HPG)’ê Egîd Gabar bi boneya salvegera komploya 15’ê Sibatê bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û got, "Azadiya Rêber APO azadiya tevayî cîhanê ye. Ji bo azadiya Rêber APO çi erkên ku bikevin ser milên me em ê bi hemû hêza xwe bi cih bînin."

Gabar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wiha got;  "Meha Sibatê, meheke herî xemgîn e. Ji ber ku di vê mehê de Rêbertiya me hatiye girtin. Di 15’ê Sibatê de ji aliyê dewletên ku xwe weke 'xwediyê mafê mirovan û edelatê' dibînin ve bi komployekê navneteweyî bi destê hêzên desthilatdar ve bi awayekî hovane hatiye dîl girtin." 

DESTHILATDAR BI SALAN XEBITÎN KU RÊBER APO DÎL BIGIRIN

Gabar da zanîn ku dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hevkariya hêzên desthilatdar ên wek NATO û di serî de Amerîka, Îsraîl û hwd. hatiye kirin û bi salan plana vê yekê hatiye kirin. Gabar wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji 15’ê Sibata 1999’an heta roja îro Rêber Apo li ser xaka Tirkiyê dîl tê girtin. Tevî hemû şert û mercên zor û zehmet jî, Rêbertî her tim bi gel û gerîla re bi fikir û ramanê xwe re jiya ye û xebatê xwe di asta herî jor de daye meşandin."

'MAFÊ XWEZAYÎ TÊ BINPÊKIRIN'

Gabar rewşa Rêberê Gelê Kurd tê de ye bibîr xist û got, "Rêber APO ji bo jiyanek wekhev û azad were jiyîn, têkoşînek bêhempa daye meşandin. Lê belê dewleta Tirk ji bo Rêbertiya me bêdeng bike û ji me  qut bike, her tim bi bahaneyan hevdîtin red kiriye û di ser re tecrîda li ser Rêberê me şidandiye. Bi vî rengî nahêle fikri û ramanê Rêber Apo bigihêjin tevgerê û tevahiya gelên bindest. Bi şeklekî hovan van nêzîkatiyên dijmirovahiyê li ser Rêbertiya me didin meşandin. Tevî ku li tevahiya cîhanê hin mafên girtiyan ên xwezayî hene jî, ev maf ji destê Rêber APO girtine û li hemberî wî bi kar tînin. Mafê her girtiyan ê ku dikare her daîm jê sûdê werbigire, mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re ye. Ev maf bi xwezayî li tevahî cîhanê de bi rengekî asayî bi cih tê anîn. Lê belê li hember Rêbertiya me bi awayek hovane bi tecrîtek girankirî li ser Rêbertiya me didin meşandin. Ev bi salane nahêlin Rêber APO bi parêzerên xwe û malbata xwe re hevdîtin çêbike. Berevajî şertên girankirî tecrîdek mezin li ser Rêbertiya me didin meşandin. Her wiha mafê me heye ku bi rêya parêzeran agahî ji Rêbertiya xwe bigrin. Lê belê vê qut dikin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha ti hevdîtin bi Rêber APO re nehatiye çêkirin. Her tim rewşa Rêbertî li ser gel û tevgera me weke tehdîdekê didin xebitandin. Ez van nêzîkatiyên dewletê yên ku li ser Rêbertiya me didin meşandin lenet dikim, şermezar dikim û ez weke gerîlayekî tevgera azadiyê ti caran vê rewşa li ser Rêbertiya me qebûl nakim."

'HER KES BERPIRSYARÊ AZADIYA RÊBER APO YE'

Gabar diyar kir ku di roja îro de bi mîlyona gel daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tiştê ku dewlet li ser Rêbertiya me dide meşandin, li dijî mirovahiyê ye. Yê ku van kiryarên wan qebûl dikin, di heman demê de ew kesan jî dibin hevkarê wan û divê ev kes ji aliyê wijdanî ve nerehet bin. Ev çi Kurd, Tirk dibe, an jî ji her neteweyeke li Tirkiyê de dijî, divê xwedî helwestekê be ku ev nêzîkatiyên dewletê yên li hember Rêber APO dij mirovahiyê ne, ti carî  nayên qebûl kirin û ji bo azadiya Rêber APO di nava tevgerê de bin. Eger vê nekin, divê baş bizanibin ku bi xwe jî di nav vê sucî dene. Ji ber Rêber APO tenê ji bo gelê Kurd têkoşîn nake, bi xwe jî dibêje ; 'ji bona tevahiya gelê bindest têdikoşe'. Ev çi gelê Kurd dibe, çi jî gelê Tirk dibe an jî ji her neteweyeke din be. Rêber APO dibêje; 'ji bona tevahî gelê ku azadiya xwe û hebûna xwe dixwaze ez ê têbikoşim'. Ji bo wê ji vê rewşa Rêber APO tenê gelê Kurd ne berpirsyar e. Her gelê ku li Tirkiyê dijî, divê nerazibûnekê xwe hebe, gerek qebûl neke û red bike. Eger nerazîbûna xwe nede diyarkirin wê demê ew jî di nav sucekê de ne. Em ti carî bê Rêbertiya xwe ti tiştekê naxwaz in. Ji derveyî azadiya Rêber APO em ti tiştî naxwaz in. Ji bo hebûna gelê Kurd têkoşîn kirin berdelên mezin bûn, ev jî îro Rêber Apo dide. Rewşa me gelê Kurd her tim ber bi  tinebûnê ve diçû, lê belê bi têkoşîn û berxwedana Rêber APO em niha weke hebûn û jiyan dikin û bûne têkoşerên azadiyê ne. Wê demê em jî weke şagirtên Rêber APO dibêjin, bê azadiya Rêber APO, em ti azadî naxwazin û ne mumkune ku em tu caran azadiyek wiha qebûl bikin. Di roja îro de bi mîlyonan mirovên me bang dikin ku 'ez PKK’yî me, ez Kurd im, ez Rêbertiya xwe û azadiya xwe dixwazim'. Wê demê her kes divê guhên xwe bidin vê bangawazî û daxwaziya gel. Bê hebûna Rêber APO em ti hebûnek cuda ji xwe re naxwazin, nahesibînin û qebûl jî nakin. Eger hebe jî em tiştekê wisa nexwazin. Ji ber ku tiştekê em qebûl bikin nîn e. Tecrîta ku li ser Rêbertiyê destpêkê, ev tecrît li ser me ye û li ser her însanekê ku dibêje, ez însan im."

'EZ TECRÎDÊ LENET Û ŞERMEZAR DIKIM'

Gabar di dawiya axavtina xwe de bangawazî li her kesî kir ku xwedî li Rêberê xwe derkevin û wiha bi dawî kir: "Li Rêbertî xwedî derkevin û li xwe xwedî derkevin. Yê ku xwe nas bike, dive Rêber APO jî nas bike, ji bo xwe nas bike her Kurdek, ev li kur dibe bila bibe, pêwîste destpêkê divê têkoşîna xwe bidomîne. Li Bakurê Kurdistanê; li her çar parçeyên Kurdistanê û li hemû cîhanê pêwîste gelê Kurd ji bo vê tecrîdê û vê îşkenceya ku li ser Rêber APO tê meşandin, em bi yekbûnekê xurt têkoşîn bikin, tevbigerin û qebûl nekin. Rojek beriya rojekê ji bo ku em bikaribin bibin layîqê keda Rêber APO, dubare em soza xwe bi Rêbertiya xwe re nû dikin, tiştê ku bikeve ser milên me em ê bikin.. Ez jî bangewazî li hemû gelê me dikim ku bi giyana 15’ Sibatê, bi giyana tol wergirtinê li kolanan bin û xweseriya xwe ava bikin."