Şaredariya Sûrê civîna ji gel re vekirî pêk anî
Şaredariya Sûra Amedê wekî kevneşopiyekê dîsa di vê mehê de jî civîna xwe ya meclisê ji gel re vekirî bi tevlîbûna gelê herêmê pêk anî.
Şaredariya Sûra Amedê wekî kevneşopiyekê dîsa di vê mehê de jî civîna xwe ya meclisê ji gel re vekirî bi tevlîbûna gelê herêmê pêk anî.
Şaredariya Sûra Amedê wekî kevneşopiyekê dîsa di vê mehê de jî civîna xwe ya meclisê ji gel re vekirî bi tevlîbûna gelê herêmê pêk anî.
Civîna bi tevlîbûna wekîlên hevşaredarên Sûrê Azîze Deger Kûtlû û Îzzettîn Candan, tevî alîkarên hevşaredaran, endamên meclisa sûrê, keyayên taxan û gerînendeyên beşên cuda ên xebatên şaredariyê li taxa Arzûoglû bi tevlîbûneke balkên ên xelkê taxê pêk hat.
Civîn bi xwendina hatin û çûyûyên malî yên mehekê destpê kir. Axaftina destpêkê ji alî wekîla hevşaredarên Sûrê Azîze Deger Kûtlû hate kirin. Kûtlû di axaftina xwe de bal kişand ser kevneşopiya lidarxistina civînên meclisê yên bi tevlîbûna gel û got ku ew wê vê kevneşopiyê berdewam bikin da ku ji nêz ve û raste rast pirsgirêkên gel ji alî xelkên taxê ve werin ziman û em bi hevre li çareseriyan bigerin.
Kûrtlû da xuyakirin ku armanca vê civîna wan a bi xelkên taxa Arzûoglû re jî ew e ku li xelkên taxê guhdarî bikin û pirsgirkên wan guhdarî bikin, lewre jî mafê axaftinê da xelkên taxê.
Piştî wê welatiyekî ji xelkê taxê li ser navê taxa ji bo xebatên şaredariyê yên heta niha ji taxa wan re hatine kirin, spasiya şaredariyê kir û anî ziman gelek xebatên hêja hatine kirin û hin xebat jî hîna berdewam dikin. Wekî din jî hin daxwazên taxê hatin rêzkirin û ji şaredariya xwe xwestin ku ew daxwazên wan jî werin cih.
Piştî axaftinan Kûtlû anî ziman ku ji xwe armanca wan ji van civînên bi gel re ew e ku raste rast pirsgirêkên taxê ji xelkê wê bibihîizin û bi hev re li çareseriya guncaw bigerin, her wiha soz da xelkên taxê ku di bin hemû şert û mercan de ew wê hewl bidin ku herdim di xizmeta gelê xwe de bin û li gorî îmkan û derfetên di destê xwe de ji daxwazên gel re bibin bersiv. Her wiha ji ber tevlîbûna balkêş û zêde ya gelê taxê hevwekîlan spasiya xwe ji gelê taxê re kirin.