KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Nisêbînê bi hezaran kesî deng da kelhên berxwedanê
Bi hezaran kesên ku li taxên berxwedanê yên Nisêbînê daketin kolanan, bi çalakiya dengderxistinê kelhên berxwedanê Sûr û Cizîr silav kirin. -
Li Meletiyê 11 kes hatin binçavkirin
Li Meletî 11 endamên EMEP'ê ku di nav de Serokê EMEP’ê yê Bajarê Meletî Kemal Gultekîn jî heye, dema ji bo dorpêç û êrîşên li Kurdistanê afîş dadilqandin hatin binçavkirin. -
Li Hezexê polîsên Tirk êrîşê taxan kir
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ku di bin dorpêça hêzên dewletê de ye piştî êrîşa polîsan a li hemberî taxan, şer derket. -
Terora AKP’ê li Rihayê hat protestokirin
Li Rihayê meşa ku ji bo protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, ji aliyê polîsên Tirk ve hat astengkirin. -
Li Qoserê li kolanê cenazeyek hat dîtin
Li Taxa Mezopotamya ya Qoserê cenazeyê kesekî nasnameya wî nayê zanîn û ji serê xwe hatiye gulekirin hat dîtin. -
Cenazeyê endama YPS-Jin Taştamûr wê li Xana Hewêl bê oxirkirin
Cenazeyê Hîdayet Taştamûr endama YPS-Jin a di şerê 5’ê Sibatê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest dayî, ji bo definkirinê şandin navçeya Xana Hewêl a Sêrtê. -
Heyeta HDP û DBP'ê ya ji bo birîndarên li Cizîrê rakin hatin astengkirin
Heyeta HDP û DBP'ê ya ji bo bi dehan birîndarên ku bi rojan e di avahiyan de asê mane rakin nexweşxanê piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Mêrdînê ber bi Cizîrê ve derketin rê hatin astengkirin. -
‘Li Stenbolê 2 polîsên Tirk hatin kuştin, bi dehan wesayît hatin şewitandin’
Însiyatîfa Ciwanên APOYÎ ragihand ku çalakiyên xwe yên li hember terora dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê ên li Stenbolê dayîn destpêkirin wê bidomînin. -
Li Amedê her kes di nobeda berxwedanê de ye!
Ji bo Sûrê ku bi talîmata AKP’ê ev 68 roj in di bin êrîşên hêzên dewleta Tirk de ye, piştgirî mezin dibin. -
Rapora TÎHV'ê: 224 sivîl hatin qetilkirin
TÎHV'ê li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê dibe ser Kurdistanê, raporek amade kir. Di raporê de hat ragihandin ku 224 sivîl hatine qetilkirin. -
Bi deh hezaran kesên ji Helebê koç kirin, berê xwe dan Efrînê
Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê civîna xwe ya heftane ye asayî lidar xist. Hevserokên Meclîsê û serokên hemû desteyan beşdarî civînê bûn. -
Li Amedê çalakiya li dijî tîmên tevgera taybet
Gerîlayên HPG/YJA Starê li navçeya Amed Hênê, li dijî tîmên tevgera taybet çalakiyeke bersivdayînê lidar xistin. Di encama çalakiyê de, 3 endamên tîmên tevgera taybet hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn. -
Cenazeyê Adal ê YPS'yî hat veşartin
Cenazeyê endamê YPS'ê Halîl Adal ê di çalakiya li hemberî Navendeke Polîsan a li Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. Dayika Adal di merasîmê de got, "Halîlê min şehîdê Kurdistanê ye." -
Heyva Sor a Kurdistanê li Japonyayê jî dest bi xebatan kir
Heyva Sor a Kurdistanê ku navenda wê li Elmanyayê ye, li Japonya jî hat avakirin. Li welat ji bo pêdiviyên gelê li Bakurê Kurdistanê kampanya hatin destpêkirin. -
'Di sala 18. a komployê de em têkoşîna li dijî polîtîkaya qirkirinê mezin bikin'
KCK'ê da xuyakirin, ku polîtîkayên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin, polîtîkayên qirkirin û înkarkirina Kurdan e û bang li gelê Kurd kir, ku bi vê têgihiştinê re di sala 18. a komployê de rabe ser piyan û têkoşînê mezin bike. -
Li Cizîrê 4 cenaze hatin dîtin
Li Cizîrê di nava kolanê de cenazeyê 4 kesên ku nasnameyên wan nediyar hat dîtin. -
Li Wanê bi hezaran ji bo Cizîr û Sûrê meşiyan
Êrîşên qedexeya kolanan û qirkirinê yên li Cizîrê û Sûrê dewam dikin li Wanê bi meşek girseyî û daxuyaniya çapemeniyê hat protestokirin. -
Dewletê madeyek kîmyewî berda nava ava li Cizîrê!
Ava li kanalîzasyonê ya ku hêzên dewletê beriya niha bi demekê madeyeke kîmyewî berdabûn navê, tevlî ava vexwarinê bû. Welatiyên ev ava bêhn jê tê vexwarin, bi serêşê ketin. -
Li Rojava ajansa ciwanan ava bû
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ji bo xebatên ciwanan ên şoreşa Rojava bişopîne û bi belge bike, ajanseke taybet a ciwanan vekir. -
Avesta: Ev faşîzm wê wan jî bişewitîne
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir, nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkatiya li heysiyet û rûmeta gelê Kurd e. -
Dewletê êrîşî Geverê kir
Hêzên dewletê bi gelek maşînên zirxî, leşker û polîsan êrîşî taxa Yenîmahale ya Geverê kirin. -
Li Efrînê operasyona hêzên YPG/YPJ'ê
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser şerê li Rojava yê li hemberî çeteyan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Wêneyên wehşeta AKP'ê li Cizîrê kiriye
Li Cizîrê, dorpêçî û êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirinê di roja 56. de ye. Wêneyên ji taxa Nûrê hatin kişandin, teror û hovîtiya hêzên dewletê ya li hemberî gel radixe pêş çavan. -
Gel êrîşên AKP'ê şermezar kir, asayîşa PDK'ê jî gule li gel reşand
Gelê Başûrê Kurdistanê, ji bo şermerzarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê û protestokirina komploya 15'ê Sibatê daket kolanan. Lê belê asayîşa PDK'ê gule li gel reşand. -
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê: Li dijî dînê AKP'ê em dengê Îslama Medîne bilind bikin
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bang li hemû Misilman û alimên xwedî wijdan kir, ku li dijî dînê AKP û diyanetê, dengê Îslama Medîne bilind û dirûşmên Ebû Zer bilind bikin.