Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê: Li dijî dînê AKP'ê em dengê Îslama Medîne bilind bikin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bang li hemû Misilman û alimên xwedî wijdan kir, ku li dijî dînê AKP û diyanetê, dengê Îslama Medîne bilind û dirûşmên Ebû Zer bilind bikin.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê diyar kir, ku dewlet Tirk bi înkarkirina hebûna Kurdan re emrê Xwedê yê 'ji bo hûn bi urfên xwe hevdu nas bikin û bi hev re bin, min we weke milet û qewm ji hev cuda afirand' binpê kiriye. Komîteyê got, "Hemû ol û bawerî, nirxên madî û manewî yên wan, di heman demê de weke işareteke bi hebûna Xwedê tê qebûlkirin. Lewma înkarkirina gelekî ji aliyê Xwedê ve hatiye afirandin, tê wateya înkarkirina Xwedê. AKP bi înkarkirina Kurdan re vî gunehî bêtirs dike."

Komîteyê da zanîn, ku beriya du rojan li Mêrdînê Serokwezîrê Tirk û Serokê Karên Diyanetê li dijî gelê Kurd konsepteke nû ya êrîşê eşkere kirin û got, "Serokwzîrê Tirk li Mêrdînê heqaret li Kurdan kiriye."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Serokwezîrê Tirk, tevî ku li welatê Kurdan Kurdistanê dagirker in, mîna ku Kurdan welatê Tirkan dagir kirine, nasnameya neteweyî û zimanê wan qedexe kirine, radibe navê şerê mêtîngeriyê li berxwedana Kurdan a ji bo nasnameya xwe dike. Ev zimanê derew, îftira û nifaq, careke din nîşan dide ku dewleta Tirk li nava refê muşrîkên Mekkeyî yên hatin qetilkirina Misilmanên li pişt xendekên li Medîneyê li ber xwe didan."

Komîteyê da xuyakirin, ku yên Kurdên Misilman ên bêguneh qetil dikin, ji bo qetilkirinê tên Kurdistanê, birîndaran qetil dikin, cenazeyên jin û zarokan bi rojan li naverastê dihêlin, dema ew tên kuştin, li gorî Îslamê ne şehîd in û got, "Vana li gorî Îslamê 'yên bi neheqî xwînê dirijînin' û 'zilmê dikin' e. Lewma cihê wan cehenem e."

'HER MISILMANÊ XWEDÎ WIJDAN DIVÊ LI CEM MAFÊN REWA YÊN GELÊ KURD CIH BIGIRIN'

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bang li hemû alimên xwedî wjidan û bawermendan kir ku vê rastiyê bibînin û got, "Her Misilmanê xwedî wijdan, girîng e pêşî li dewleta Tirk a ku Îslamê dike amûrek ji bo armancên xwe yên zalim û qetlîamker derkevin û li cem daxwazên mafdar û rewa yên gelê Kurd cih bigirin."

Komîteyê da zanîn, bi polîtîkayên dawî yên li hemberî Kurdan re AKP'ê careke din nîşan daye, ew mîna çeteyên DAIŞ'ê ji bo armancên xwe ol bi her awayî bi kar tîne û destnîşan kir, ku AKP bi awayekî gelekî vekirî li hemberî olê rasteqîn, polîtîkaya olê sûltaniyê dimeşîne.

'DIVÊ ALIM Û SEYDA LI DIJÎ ZILMA LI GELÊ KURD TÊ KIRIN DERKEVIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku divê ti kes li dû karmendên diyanetê yên heqaretê li Kurdan dikin û pesnê hêzên ewlekariya Tirk ên Kurdan qetil dikin didin, nimêjê nekin. 

KCK'ê bang li hemû alim û seydanên ji her terîqet û mezheban kir, ku li dijî zilma li gelê Kurd tê kirin derkevin û got, "Em bang li hemû Misilmanên xwedî hestên paqij û bawermend dikin, em bang li hemû alimên xwedî wijdan dikin, ku li dijî dînê AKP'ê û diyanetê, dengê Îslama Medîne û dirûşmên Ebûzer bilind bikin."