Dewletê êrîşî Geverê kir

Hêzên dewletê bi gelek maşînên zirxî, leşker û polîsan êrîşî taxa Yenîmahale ya Geverê kirin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, hêzên dewletê bi gelek maşînên zirxî êrîşî taxa Yenîmahale kirin. Hêzên dewletê ku bi gelek maşînên leşkerî yên bi tîpa kîrpî û kepçeyên zirxî hewl didin bikevin nava taxê, guleyan li bendên navbera kolanan direşînin. Gelê Geverê li hemberî êrîşan li Mala Gel li hev civiya û dest bi berxwedanê kir.

Li taxa êrîş li ser heye, dengê çekan tê.