Wêneyên wehşeta AKP'ê li Cizîrê kiriye

Li Cizîrê, dorpêçî û êrîşên AKP'ê yên ji bo qirkirinê di roja 56. de ye. Wêneyên ji taxa Nûrê hatin kişandin, teror û hovîtiya hêzên dewletê ya li hemberî gel radixe pêş çavan.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, êrîşên hêzên çekdar ên dewletê yên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê ya gel, di roja 56. de didomin.

Wêneyên ji navçeyê hatin kişandin, asta wehşeta dewleta Tirk a bi hezaran leşker, polîs, tank, top û çekê giran êrîş dike, careke din radixin pêş çavan.

Wêneyê li kolana Varol a taxa Nûrê hatine kişandin. Ji wêneyan xuya dibe, ku ti xaniyekî xera nebûye nemaye.

Xerakirina bi dehan xaniyan jî têra hêzên dewleta Tirk nekiriye. Çekdarên dewleta Tirk ji bo elektrîkê qut bikin û gel bê av bihêlin, êrîşî trafoyên elektrîkê û depoyên avê jî kirin.

Ji wêneyan tê fêmkirin, ku dewleta Tirk bi vê êrîşa xwe re dixwaze gelê Cizîrê bi awayekî topyekûn ji navçeyê derxîne û bide koçberkirin.

...