‘Li Stenbolê 2 polîsên Tirk hatin kuştin, bi dehan wesayît hatin şewitandin’

Însiyatîfa Ciwanên APOYÎ ragihand ku çalakiyên xwe yên li hember terora dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê ên li Stenbolê dayîn destpêkirin wê bidomînin.

Însiyatîfa Ciwanên APOYÎ ragihand ku çalakiyên xwe yên li hember terora dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê ên li Stenbolê dayîn destpêkirin wê bidomînin.

Însiyatîfê eşkere kir ku li Stenbolê 2 polîsên Tirk hatine kuştin û bi dehan wesayîtên girêdayî faşîstan hatine şewitandin.
Însiyatîfa Ciwanên APOYΠtêkildarî çalakiya xwe ya li Stenbolê daxuyaniyek nivîskî da.

Li gorî agahiyên daxuyaniyê, ji bo bîranîna Cihan Karaman ê li Cizîrê hat qetilkirin 3 rojên herî dawî ev çalakî hatine lidarxistin:

Di şerê li Taxa Kanarya ya Kuçukçekmeceyê de ciwanek birîndar bû û polîsekî Tirk hat kuştin. Di çalakiya li navçeya Gazîosmanpaşayê ya li hember wesayîta polîsan de polîsek hat kuştin û polîsek jî giran birîndar bû. 

Li aliyê din, di 3 rojên dawiyê de li Stenbolê 60 wesayît hatine şewitandin, 2 cihên kar ên girêdayî faşîstan, dibistanek û 2 navendên kirîn û firotinê hatine şewitandin. Cihê kar ê giredayî muxtarekî AKP jî hat bêkêrkirin.