Li Efrînê operasyona hêzên YPG/YPJ'ê

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser şerê li Rojava yê li hemberî çeteyan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG'ê diyar kir, hêzên YPG/YPJ'ê di sibeha 6'ê Sibatê de li nêzî gundê Başemrê yê ser bi navçeya Efrîn Şêrawa derketine operasyonê û ev agahî da: "Ev operasyona li hemberî Girê Mişko yê ji bo çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam gelekî girîng e, bi awayekî serketî bi encam bû û gir ji çeteyan hat paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên di vê operasyonê de nehatiye tespîtkirin. Tevî cenazeyê çeteyekî topeke cehenemê, 3 kalaşnîkov, 1 doçka 12,5 mm'yî, fîşekên van çekan û kelûmelên leşkerî ketin destê hêzên me. 

Hevrêyekî me yê di serketina operasyonê de roleke girîng lîstiye, di encama şerê bi lehengî de gihîşt şehadetê."

Daxuyaniya YPG'ê bi vî rengî dewam kir:

"6'ê Sibatê saet di navbera 09:00-10:00 de, çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî gundê Şergirat ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa yê Kobanê kirin.

Heman rojê saet di 15:00 de, li nuqteyeke çeteyên DAIŞ'ê ya li başûrê gundê Fatsa yê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa, teqîneke ku sedema wê hînê diyar nebûye, rû da. Piştî vê teqînê, komên çete bi topên hawanê êrîşî gundê Şergiratê kirin.

Roja 6'ê Sibatê saet di navbera 18:30-19:00 de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî bajarokê Eyn Îsa kirin.

7'ê Sibatê (îro), saet di 03:30 de çeteyên DAIŞ'ê hewl dan êrîşî derdora gundê Kadriye yê li başrûrrojhilatê bendava Tişrîn a Kobanê ye, bikin. Piştî destwerdana hêzên me, çete ji herêmê reviyan."