Li Nisêbînê bi hezaran kesî deng da kelhên berxwedanê
Bi hezaran kesên ku li taxên berxwedanê yên Nisêbînê daketin kolanan, bi çalakiya dengderxistinê kelhên berxwedanê Sûr û Cizîr silav kirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi hezaran kes li Taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Dîcle, Kişla û Zeynelabîdînê daketin kolanan û êrîşên terora dewleta Tirk a li ser Sûr û Cizîrê protesto kirin. Gelê Nisêbînê bi tilîlî, çepik û fîtikan deng da kelhên berxwedanê û dirûşmên "Biji berxwedana Cizîrê" û "Bijî YPS" berz kirin.