'Di sala 18. a komployê de em têkoşîna li dijî polîtîkaya qirkirinê mezin bikin'

KCK'ê da xuyakirin, ku polîtîkayên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin, polîtîkayên qirkirin û înkarkirina Kurdan e û bang li gelê Kurd kir, ku bi vê têgihiştinê re di sala 18. a komployê de rabe ser piyan û têkoşînê mezin bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku polîtîkayên li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin, polîtîkayên qirkirin û înkarkirina Kurdan e û bang li gelê Kurd kir, ku bi vê têgihiştinê re di sala 18. a komployê de rabe ser piyan û têkoşînê mezin bike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê tevahiya gelê Kurd zanibe; eger em li ber xwe bidin wê azadiya Rêber Apo jî, azadiya gelê Kurd jî nêz be. Şikandina polîtîkayên qirkirin û înkarê yên hikûmeta AKP'ê û bidestxistina jiyana azad û demokratîk, bi tenê bi berxwedanê dibe."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, hikûmeta AKP'ê bi biryar e şerê di havîna sala 2014'an de biryara wê stend û di 23'e Tîrmehê de bi awayekî topyekûn xist meriyetê, bi israr bidomîne. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Serokwezîr Ahmet Davûtoglû bi gotina, 'Şerê ku me di 23'ê Tîrmehê de dan destpêkirin rast e û em ê vê heta dawiyê bidomînin' îlan kir, ku şer di demeke berî ragihandina xwerêveberiyan de dane destpêkirin. Lewma xwerêveberî û berxwedana azadiyê ya li bajarên gelê Kurd jî, li dijî van êrîşên tinekirin û înkarê yên mêtîngeriya qirkirina çandî tê meşandin.

Hikûmeta AKP'ê ji aliyekî ve bi tank û topan êrîşî bajaran dike û bi van êrîşên giran re zorê dide gel ji bo koç bike, li aliyê din jî bi rê û rêbazên şerê taybet û psîkolojîk re polîtîkayên qirkirina çandî yên li ser gelê Kurd dişidîne. Mîna hemû hikûmetên nexwedî polîtîkaya çareseriya pirsgirêka Kurd, ev hikûmet jî bi zor, şîdet û pêkanînên şerê taybet re polîtîkaya qirkirina çandî dimeşîne. Ev hemû êrîşên li hemberî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd tên kirin, sedema xwe nebûna polîtîkayeke çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Bi heman e tê ragihandin, bê wê bi çi rengî vîna gelê Kurd were şikandin. Davûtoglû, nêrînên xwe yên bi mehan e bilêv dike, vê carê li Mêrdînê bi zimanekî hinekî din polîtîk, yanî bi zimanê şerê psîkolojîk re, bi demagojiya biratiyê pêşkêşî raya giştî kir. Ev 25 sal in pêşandanên vekirina pakêtên ji bo Kurdistanê tê kirin. Ya Davûtoglû jî kir, yek ji van bû. Navê van paketan guherî ye, lê armanca xwe neguheriye. Li gorî vê armancê dixwazin, bi polîtîkayên civakî, aborî û çandî re Kurdan ji daxwaza azadiyê vegerînin û polîtîkayên xwe yên qirkirina çandî bi hêsanî bimeşînin. 

Bi zîhniyeta yek dewlet a xwerêveberiya Kurdan red dike, bi yek milet a nasnameya Kurdan înkar dike, bi yek dewlet a erdnîgariya Kurdan Kurdistanê red dike û bi yek al a ku hemû sembolên Kurdan red dike re, ku her roj Erdogan vê dubare dike, êrîş tên kirin û hemû polîtîka bi vê ferasetê re bi cih tên anîn. Ji yekîtî, biratî û hevgirtina neteweyî mebesta wan; ji aliyê qirkirina çandî ve têkbirina temamiya Kurdan e."

JI GOTINA 'MÛXATABÊ ME GEL E' MEBESTA WAN, BICIHANÎNA POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ YE

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Ya ku Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû bilêv kir, xeleka dawî ya polîtîkayên qirkirina Kurdan e, ku ji Plana Şark Islah û vir ve di meriyetê de ye. Sed sal piştî qirkirina Ermeniyan a sala 1915'an, di sala 2015'an de biryar hatiye dayîn Kurd bên qirkirin û ev biryar bi cih tê anîn. Kurteberiya plan û bernameya Davûtoglû li Mêrdînê eşkere kir; rewakirina polîtîkaya gêzer û qamçî ya mêtîngeriya klasîk û bi afirandina derdoreke ajan û noker re, di ser wan re rewakirina polîtîkaya qirkirina Kurdistanê ye. Dema dibêjin, 'mûxatabê me gel e, em ê bi platformên şêwirînê re projeyên xwe pêk bînin, mebesta wan ew e ku bi nokeran re polîtîkayên qirkirinê bixin meriyetê.

Gotina, 'mûxatabê me wê gel be' tê wateya; em Kurdan weke civak û gel mûxatab nabînin, bi nûnerên siyasî û rêberên gelê Kurd re nabe, yên ji xwe re dibêjin ew nûner û pêşengên gelê Kurd in, wê bi bin şîdeta me de bieciqin.

Timî dibêjin 'em ê bajar û navçeyên nû ava bikin'. Ev yek jî nîşan dide bê çima bajaran xera dikin, dişewitînin. Dixwazin bîra civakî û jiyana çandî ya li bajar û navçeyên Kurdan tine bikin, li şûna wê dixwazin bajar û navçeyên dûvik ên gelê lê di bin kontrola dewletê de ye, ava bikin. Lewma bi rengekî ku gelê Kurd hewcedarî xwe bikin, êrîşan dikin. Ji bo Kurdan bixin nava lepên Mêtîngeriya qirkirina çandî, vê carê jî vê rêyê bi kar tînin.

Tayyîp Erdogan ê bi biryar e Tirkiyeyeke faşîst biafirîne, li xwe mikur hatiye ku bi zanebûn bajarên Kurd lê dijîn dişewitîne û xera dike. Bi êrîşa bi tank û topan re mirov ji cih û warên xwe kirin û ev yek jî bi şêweyê 'gel ew bi tenê hişt û ji bo alîkariyê bide dewletê taxên xwe terikand' vegotiye. Ji bo gel ji cihên xwerêveberî lê hatine ragihandin derxîne û bike hewcedarê xwe, bi zanebûn û bi plan van êrîşan dike.

DIVÊ DESTÛR JI QIRKIRINA ÇANDÎ RE NEYÊ DAYÎN

Hikûmeta AKP'ê Plana Şark Islahat a ji bo qirkirina çandî di sala 1926'an de ket meriyetê, li gorî dema îro nû dike. Pêwîste rewşenbîr, ciwan, jin, extiyar, esnaf, karsaz û tevahiya civaka Kurd li dijî vê derkeve. Divê were dîtin, hemû polîtîka û pêkanînên ji aliyê Ahmet Davûtoglû ve hatine eşkerekirin, defnkirina Kurdan bi awayekî zindî ye. Dewleta Tirk dixwaze xwe tevlî her tiştên gelê Kurd bike û her tiştên vî gelî li gorî xwe plan bike. Girîng e destûr ji vê plana qirkirinê re neyê dayîn.

HELWESTA LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ

Pêwîste ti malbat ne hewcedarê vê dewletê be û nebe hewcedarê dewletê. Girîng e gelê Kurd bi piştgiriya civakî re pirsgirêkên xwe çareser bike. Eger dewleta Tirk bi şantajên birçîbûn, pirsgirêk û bêmal hiştinê re gefê li Kurdan dixwe û dixwaze bike hewcedarê xwe, hingî divê gelê Kurd jî bi sekna xwe ya bi rûmet, bi derfetên kêm jî be hemberî van polîtîkayên qirkirinê helwestê nîşan bide.

Divê gelê Kurd li ti cihî, mal, tax, navçeya xwe neterikîne. Eger armanca sîstema qirkirina çandî ev be, wê çaxê divê weke wezîfeya bingehîn a welatparêziyê, zor û zehmetiyên xwe giran jî be li cihê lê ne jiyan bê dewamkirin. Girîng e mala xwe û taxên xwe radesî TOKÎ, muteahîtan nekin. Pêwîste gelê Kurd bi ti awayî neçe navçe û taxên ji aliyê TOKÎ ve bên çêkirin. Li hemberî vê polîtîkaya îskanê ya ji bo qirkirinê li ber xwe bide. Divê gelê Kurd bi ti awayî zarokên xwe tevlî ti bername, xebat û çalakiyên qirkirina çandî neke. Di serî de jin, pêwîste li hemberî hewldanên psîkolojîk ên di bin navê şêwirmendiya civakî de dixwazin li ser malbat û civakê bimeşînin, helwestê nîşan bidin. Ev hemû ji bo xerakirina kîmya civakî û çandî ya Kurdan tên kirin û armanca xwe qirkirin e. Divê gelê Kurd bêje, 'ne karê te ye ez ê li ku û çawa bijîm, ji dewlet û hikûmetê em ne li benda tiştekî ne'."

PÊWÎSTE GELÊ ME, DOSTÊN ME Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ RABIN SER PIYAN

KCK'ê bal kişand ser êrîşên topyekûn ên hikûmeta AKP'ê ji bo qirkirina gelê Kurdistanê dimeşîne û wiha dewam kir: "Gelê Kurd, bi armancên gelekî bêxêr û bi pêkanînên şerê taybet re rastî êrîşan tê. Pêwîste li hemberî van êrîşên hikûmeta AKP'ê, berxwedaneke topyekûn a dîrokî bê nîşandan. Hebûn û nasnameya gelê Kurd ancax bi berxwedana li dijî van êrîşan dikare were parastin. Girîng e gelê Kurd bibîne êrîş li hemberî hebûna wê tê kirin û ji bo parastina hebûna xwe û bi destxistina azadiya xwe li her cihî rabe ser piyan. Ne tenê gelê me yê li Kurdistanê, hewce ye gelê me yê li metropolan, dostên me û hêzên demokrasiyê jî rabin ser piyan."

DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE LI DIJÎ GELÊ KURD Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ ŞER TÊ MEŞANDIN

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî bi dawî bû:

"Tecrîda giran a niha li ser Rêber Apo heye, encama polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk e. Şerê li hemberî gelê Kurd, bi şidandina tecrîda li ser Rêber Apo re hat destpêkirin û ev şer di şexsê Rêber Apo de li dijî tevahiya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê tê meşandin. Polîtîkaya li Îmraliyê tê meşandin, polîtîkaya înkarkirin û qirkirina Kurdan e. Dewleta Tirk, vê polîtîkaya xwe ya li hemberî hemû rêberên Kurdan meşand, niha li dijî Rêberê Gelê Kurd ê têkoşîna herî demdirêj û berfireh a azadiya Kurdan, dimeşîne.

DI SALA 18. A KOMPLOYÊ DE DIVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ BÊ MEZINKIRIN

Polîtîkayên li hemberî Rêber Apo li Îmraliyê tên meşandin, polîtîkayên qirkirin û înkarkirina Kurdan e. Lewma divê gelê Kurd, ku bi vê têgihiştinê re di sala 18. a komployê de rabe ser piyan û têkoşînê mezin bike. Divê tevahiya gelê Kurd zanibe; eger em li ber xwe bidin wê azadiya Rêber Apo jî, azadiya gelê Kurd jî nêz be. Şikandina polîtîkayên qirkirin û înkarê yên hikûmeta AKP'ê û bidestxistina jiyana azad û demokratîk, bi tenê bi berxwedanê dibe. Pêwîste gelê me guh nede ti polîtîkaya şerê taybet, nekeve nava ti bendewariyan, têkoşînê xurt bike û bi têkbirina hikûmeta AKP'ê re ji bo afirandina Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad rola xwe ya dîrokî bilîze."