Dewletê madeyek kîmyewî berda nava ava li Cizîrê!
Ava li kanalîzasyonê ya ku hêzên dewletê beriya niha bi demekê madeyeke kîmyewî berdabûn navê, tevlî ava vexwarinê bû. Welatiyên ev ava bêhn jê tê vexwarin, bi serêşê ketin.
Ava li kanalîzasyonê ya ku hêzên dewletê beriya niha bi demekê madeyeke kîmyewî berdabûn navê, tevlî ava vexwarinê bû. Welatiyên ev ava bêhn jê tê vexwarin, bi serêşê ketin.
Ava li kanalîzasyonê ya ku hêzên dewletê beriya niha bi demekê madeyeke kîmyewî berdabûn navê, li taxa Alîbeyê tevlî ava vexwarinê bû.
Mirovên ava ji vê şebekeyê vexwarin, êşa qirikê li wan der bû. Tê gotin ku bêhn ji ava şebekeyê tê û rayedarên şaredariyê jî mînak ji vê avê girtine û ji bo tehlîlê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Ji ber xeteriya jehrîbûnê, gel ava vê şebekeyê venaxwe.
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk, ku êrîşên giran dibin ser Cizîrê, bi îdîaya 'PKK'yî kanalîzasyonan bi kar tînin' kanalîzasyon û cihokên avê girtibûn û madeyeke kîmyewî ya nayê zanîn beriya niha avêtibûn nava kanalîzasyonan.