Bi deh hezaran kesên ji Helebê koç kirin, berê xwe dan Efrînê

Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê civîna xwe ya heftane ye asayî lidar xist. Hevserokên Meclîsê û serokên hemû desteyan beşdarî civînê bûn.

Rewşa bi hezaran malbatên ji ber şerê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ'ê yê li bakurê Helebê (herêma Şehba) koçî Kantona Efrînê kirine, rojeva sereke ya civîna Meclîsa Rêveber bû.

Serokên hemû desteyan dan xuyakirin, ku ji bo bersivê bidin pêdiviyên bi deh hezaran mirovên ji bakurê Helebê koçî Kantona Efrînê kirine, ew bi hemû hêza xwe dixebitin.

Di nîqaşan de hate gotin ku Rêveberiya Xweser a Efrînê ji ber ambargoya li ser herêmê bêderfetiyan dijî û hate destnîşankirin ku tevlî hemû bêderfetiyan jî wê kantona Efrînê pêşwaziya koçberan bike û nanê heyî bi wan re parve bike.

Di civînê her wiha Seroka Desteya Kar û Barê Civakî Erîfa Bekir proje û xebatên xwe yên ji bo çareserkirina aloziyê pêşkêş kir û bi awayekî berfireh şîrove kir û got ku ew di nava hewldanan de ne ku alîkariya hejmareke herî zêde ya koçberan bikin.

Bekir da zanîn ku komîteya desteya wan rewşa koçberên di kampa Rûbar de dişopîne, alozî û kêmasiyên wan çi ne lêkolîn dikin û li gorî derfetên heyî pêdivî têne peydakirin.

Di dewama civînê de mijarên bingehîn ên weke xizmetên ji bo gel û perwerdeyê hatin nirxandin.