Li Amedê her kes di nobeda berxwedanê de ye!

Ji bo Sûrê ku bi talîmata AKP’ê ev 68 roj in di bin êrîşên hêzên dewleta Tirk de ye, piştgirî mezin dibin.

Li gelek nuqteyên amedê ji kedkarên tenduristiyê heta mamosteyan, ji malbatan heta alimên olî her kes di nobeda berxwedanê de ye. Di çalakiyan de tê xwestin ku demildest dorpêç bê rakirin.

Êrîşên qirker ên AKP’ê yên li Kurdistanê li gelek nuqteyên Amedê bi çalakiyên nobedê tên protestokirin. Çalakvanên nobedê ji bo demildest bidawîkirina êrîşan tevî hewaya sar jî bi rojan e berxwedana xwe bi biryardarî didomînin.

Kedkarên tenduristiyê jî li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê di çalakiya, “Ni mirin jiyan, li dijî reşê sekna spî” û “Ji bo mafê jiyana korîdora jiyanê veke” de ne. Ji bo çalakiya kedkarên tenduristiyê ya ev 47 roj in didome, ziyaret dewam dikin. Kedkar tevî şertên hewayê jî çalakiya xwe didomînin, diyar kirin ku wê li cihê nobedê akademiyê vekin û li vir perwerdeya tenduristiyê bidin gel.

KEDKARÊN PERWERDEYÊ: DIVÊ MAFÊ JIYANÊ YÊN ZAROKÊN PÊK WERE

Li pêşiya Mêvanxaneya Şaredariyê jî çalakiya kedkarên perwerdeyê didome. Daxwaza kedkarên perwerdeyê yên bi şîara, “Em ji bo mafê jiyanê yên zarokan li vir in” ev 18 roj in nobedê digirin, mafê jiyanê û perwerdeyê yên zarokê li qadên di bin dorpêçê de ne bicih anîn e. Kedkarên perwerdeyê pankartên, “Ji bo jiyanek bi rûmet û azad em ê li ber xwe bidin”, “Em ji bo mafê jiyanê û perwerdeyê yên zarokên me di nobedê de ne” û wêneyên zarokên hatine qetilkirin daliqandin. Kedkaran heta danê êvarî li ber agir nobed girtin, dan xuyakirin ku heta zarokên li Kurdistanê negihêjin mafên xwe wê çalakiya xwe bidomînin.

YÊN ZAROKAN WAN HATINE QETILKIRIN JÎ DI NOBEDÊ DE NE

Çalakiya nobedê ya malbatên zarokên wan li Sûrê hatine qetilkirin jî li Sûmerparkê ev 15 roj in di nobedê de ne. Malbat dixwazin ku dorpêç û êrîş demildest bi dawî bibin û cenazeyên zarokên wan bên radestkirin. Malbatên Mahmût Orûç ê 5’ê Sibatê hat qetilkirin û Welat Bîlen ê duh li Sûrê hat qetilkirin jî ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe tevlî çalakiya nobedê bibin. 

 ROJIYA BERXWEDANÊ

Rojiya berxwedanê ya endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) bi şîara, “Em li dijî zilm û qetlîamên li Kurdistanê di rojiya berxwedanê de ne” jî di roja 9’emîn de ye. Rojiya Berxwedanê ya bêdem û dorveger, bi tevlîbûna gelek alimên olî ve didome.

ÇALAKIYÊN ‘LI DIJÎ ZILMÊ DENG BIDE’ BELAV DIBIN

Çalakiya nobedê ya rêxistinên DBP û HDP’ê yên navçeya Kayapinarê li pêşiya Abîdeya Roboskê ya li Parqa Rojava dan destpêkirin di roja 6’emîn de dewam dike. Li qada çalakiyê dowîzên, “Deng bide Sûrê, Cizîrê”, “Sûr rûmet e, namûs e”, “Em xwerêveberiyê silav dikin” û pankartên, “Bêdeng nebe, deng bide aştiyê” û “Ji bo biratiya gelan, deng bide Sûr û Cizîrê” hatin daliqandin. Gelê Kayapinarê eleqeyek mezin nîşanî çalakiya nobedê didin. 

Piştgiriya ji bo çalakiyên, “Li dijî zilmê deng bide” yên her êvar saet 19.00’an pêk tê jî her diçe zêdetir dibe. Li cihê nobedê pankartek mezin a ni nivîsa, “Me çiyayên xwe şîn kirin, dor hat deştan, aştî jî ya me ya şoreş jî, Amed jî ya me ye, Kobanê jî” hat daliqandin.