Li Cizîrê 4 cenaze hatin dîtin
Li Cizîrê di nava kolanê de cenazeyê 4 kesên ku nasnameyên wan nediyar hat dîtin.
Li Cizîrê di nava kolanê de cenazeyê 4 kesên ku nasnameyên wan nediyar hat dîtin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku êrîşên terora dewleta û dorpêç didomin, di nava kolanê de cenazeyê 4 kesên hat dîtin. Ji cenazeyan 2 li Kolana Hûzûr, 2 jî li Kolana Paraşutê hat dîtin.
Cenazeyên bi wesayîtên cenaze û ambûlansên aîdî Şaredariya Cizîrê hatin wergirtin, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hat diyarkirin ku cenazeyên nasnameyên wan nediyar di dîrokên berê ji aliyê hêzên dewletê hatine qetilkirin û demek dirêj li kolanê hatine hiştin.