KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Partiya Komunîst a Fransa piştgirî da çalakiya Montpellîer
Partiya Komunîst a Fransa jî piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya li Montpellîerê. -
Saltan ê YPS’yî ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Endamê YPS’ê Mehmet Saltan ê di çalakiya li hember Navenda Qedemeya Polîsan a Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Xizmên windahiyan: Dawî li wehşetê bînin, hevdîtinê li gel Ocalan pêk bînin
Li Amed, Colemêrg, Êlih û Îzmîrê xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, xwestin dawî li êrîşên qirkirinê bînin. Di çalakiyê de daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
NAV-DEM: Em bi awayekî girseyî tevlî meşên Parlamentoyê bibin!
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM), têkîldarî çalakiyên Komploya 15’ê Sibatê ya bi şîara, “Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistan re Statu” daxuyanî da. -
Êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek weşand. -
Parêzer û malbatên birîndaran li pêşiya Cizîrê hatin astengkirin
Malbatên birîndarên ku li Cizîrê di avahiyan de di bin dorpêça mirinê de ne û parêzerên wan ên endamên OHD û MHD’ê li pêşîya Cizîrê hatin astengkirin. -
Endama YPS-Jin Roza Botan hat defnkirin
Endama YPS-Jin Ergun Ergun (Roza Botan) a di êrîşên terora dewletê ya li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, li navçeya wê Nisêbînê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Rojava dewam dikin
Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê yên li ser xeta sînor a Girê Spî û Kobanê dewam dikin. -
Nasnameyên 2 şervanên YPG'ê hatin eşkerekirin
Nasnameyên 2 şervanên YPG'ê yên li Hesekê û Efrînê jiyana xwe ji dest dan, hatin eşkerekirin. -
Çalakiya nobedê ya li Qesrîkê dewam dike
Nobeda berxwedanê ya ji bo rakirina dorpêçiya li ser Cizîrê, li gundê Çemêşemû yê bajarokê Qesrîk ê Şirnexê hat destpêkirin, bi tevlîbûnên nû re îro ket roja şeşemîn. -
Demîrtaş bang kir: Li dijî zilmê em dengê xwe bilind bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir, ku encama ji wan jêrzemînan derkeve holê, wê ji aliyê siyasî ve rê li ber şikestineke mezin veke û got, "Ji ber ku cebirandina vê şikestinê nabe, em ji niha ve bang dikin." -
Gerîla Armanc Kurd li Kerkûkê hat bîranîn
Gerîla Armanc Kurd a li Kerkûkê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat bîranîn. Di merasîmê de kesayetiya Armanc Kurd hat vegotin. -
Şirnexî: Bi êrîşan re dixwazin me koçber bikin, lê em ê ti carî xaka xwe neterikînin
Şêniyên navenda Şirnexê dan xuyakirin, ku dewlet dixwaze wan ji xaka wan derxînin, lê ew ê cih û warên xwe neterikînin. Şirnexiyan gotin, "Ev der axa me ye, em ê ti carî neterikînin." -
Dîsa nehiştin kedkarên tenduristiyê xwe bigihînin Cizîrê
Ji bo xwegihandin û wergirtina birîndarên ev bi rojan e li jêrzemîna avahiya li Cizîrê asê mane, kedkarên tenduristiyê yên dildar careke din hewl dan biçin Cizîrê, lê dîsa ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin. -
Nuqteyeke stratejîk a Efrînê ji çeteyên pişta xwe dispêrin AKP'ê hat paqijkirin
Hêzên YPG/YPJ'ê, nuqteyeke stratejîk a herêma Efrînê ji çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam paqij kirin. -
Jina ducanî ya krîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da
Li Cizîrê ku hovîtiya dewleta Tirk di roja 55. de ye, jina bi navê Zerîn Ûca ku bi 7 mehan ducanî bû, krîza dil derbas kir û ji ber ku ambûlans saet û nîvekê dereng ma jiyana xwe ji dest da. -
Li Sûrê 8 leşker hatin kuştin
Danê vê sibehê li Sûrê teqînên dijwar qewimîn. Li gorî agahiyên ji navçeyê hatin wergirtin, ji duh û vir ve herî kêm 8 leşkerên Tirk hatine kuştin, gelek jî birîndar bûne. -
3 cenazeyên li Cizîrê hatin dîtin rakirin Şirnexê
3 cenazeyên duh li taxa Sûr a Cizîrê hat dîtin, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. -
Li Sûrê şer û topbaran didomin
Li Sûrê, ku êrîşên hêzên dewletê di roja 67. de dewam dikin, topbaran îro jî dewam dike. -
Operasyona leşkerî ya li Şemzînanê dewam dike
Operasyona leşkerî ya li herêma Çelareş a Şemzînanê hat destpêkirin, di roja 3. de dewam dike. -
Çeperên DAIŞ'ê yên li Kerkûkê ji hewayê ve hatin bombekirin
Balafirên şer ên koalîsyonê, danê sibehê êrîşî çeperên DAIŞ'ê yên li gundên Westane û Mecmûa Saddam ên ser bi herêma Tilwerdê ya li başûrê Kerkûkê kirin. -
Li Geverê êrîşa hêzên dewletê hat şikandin
Hêzên dewleta Tirk ên xwestin êrîşî taxên li Geverê bikin, ji ber bersiva YPS û YPS Jin neçar man xwe vekişînin. -
Hiqûqnas û malbatên birîndaran berê xwe dan Cizîrê
Hiqûqnas ji bo xwe bigihînin muwekîlên xwe yên li jêrzemînên li Cizîrê asê mane, tevî malbatên birîndaran berê xwe dan Cizîrê. -
Li Cizîrê heta niha 17 birîndar hatine qetilkirin, ji yên mayî agahî nîne
Ji jêrzemîna 9 birîndar lê şewitîn, ji duh bi şev û vir ve, ji jêrzemîna din a wehşetê jî ev 7 roj in ti agahî nayê wergirtin. -
Fermandarê HPG'ê Serhat: Em dixwazin di operasyona Tel Afer û Mûsilê de cih bigirin
Fermandarê hêzên HPG'e yên Kerkûk-Mexmûrê Bawer Serhat diyar kir, ku heta Mûsil û Kerkûk azad nebin xeteriya li ser Başûrê Kurdistanê wê ji holê ranebe û destnîşan kir, ku Mûsil bi pêşengiya hêzên Kurd dikare azad bibe.