Çalakiya nobedê ya li Qesrîkê dewam dike

Nobeda berxwedanê ya ji bo rakirina dorpêçiya li ser Cizîrê, li gundê Çemêşemû yê bajarokê Qesrîk ê Şirnexê hat destpêkirin, bi tevlîbûnên nû re îro ket roja şeşemîn.

Li gundê Çemêşemû yê bajarokê Qesrîkê yê Şirnexê ji bo rakirina dorpêça li dijî navçeya Cizîrê nobeta ku hatiye destpêkirin di roja 6'emîn de berdewam dike. Rêveberên HDP, DBP yên Qilaban, Sêgirkê, Hîlal, Gundikê Mele, Dêrgulê û Qesrîkê jî piştgiriyê didin çalakiyê. 

Çalakgerên nobedê dirûşmên "Bijî berxwedana Cizîrê" "Gelê Cizîrê ne tenê ye" "Bijî Serok Apo" "PKK gel e, gel li vir e" berz dikin.