Li Cizîrê heta niha 17 birîndar hatine qetilkirin, ji yên mayî agahî nîne
Ji jêrzemîna 9 birîndar lê şewitîn, ji duh bi şev û vir ve, ji jêrzemîna din a wehşetê jî ev 7 roj in ti agahî nayê wergirtin.
Ji jêrzemîna 9 birîndar lê şewitîn, ji duh bi şev û vir ve, ji jêrzemîna din a wehşetê jî ev 7 roj in ti agahî nayê wergirtin.
Bi birîndarên ev 15 roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê man e, ev 7 roj in têkilî qut bûye. Ji jêrzemîna avahiyeke din jî, ku di encama şewata ji ber topbarana hêzên dewleta Tirk de 9 ji birîndarên lê jiyana xwe ji dest dan, ji duh bi şev û vir ve agahî nayê wergirtin.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, dorpêçî û wehşeta dewleta Tirk a di bin navê "qedexeya derketina derve" de tê meşandin, di roja 55. de ye. Li taxa Cûdî ya navçeyê, ji jêrzemîna di nava raya giştî de weke 'jêrzemîna wehşetê' tê naskirin, ku 15 birîndar, 7 cenaze û 9 sivîlên ji hal ketî lê asê mane, ev 7 roj in agahî nayê wergirtin. Ji bo wergirtina birîndaran herî dawî di 4'ê Sibatê de ambûlansên Şaredariya Şirnexê bi rê ketibûn û xwe gihandibûn kolana Bostanci, lê belê bi nêzîkbûna ambûlansê re hêzên dewleta Tirk dest bi barandina topan kiribûn. Bi mîzansena 'şer heye' hêzên dewleta Tirk ambûlans vegerandibûn.
LI JÊRZEMÎNA WEHŞETÊ 10 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Li aliyê din, berî 2 rojan derket holê ku li jêrzemîna avahiyeke din a li taxa Cûdî 37 birîndar hene û ji ber topbaranê qatên jorê yên avahiyê dişewite. Şaredariya Cizîrê ya bi şewatê hesiya, ekîbên xwe yên arkujiyê şand herêmê, lê belê hêzên dewleta Tirk li vê derê jî bi mîzansena 'şer heye', nehiştin arkuj şewatê vemirînin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê bi xwe li avahiyê ye dabû xuyakirin, ku şewat bi odeyekek jêrzemînê ketiye, 9 birîndarên li vê odeyê ji ber şewatê jiyana xwe ji dest daye.
Duh danê êvarê zarokê bi navê Abdullah Gun ê 16 salî, ku xwest derkeve derveyî avahiyê û li derdorê binêre, bi guleya hêzên dewleta Tirk hat qetilkirin. Di nava du rojan de 10 kesan li vê avahiya duyemîn a wehşetê, ji ber êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane. Zarok jî di nav de 27 birîndar li avahiyê ne û hat ragihandin ku dest û rûyên wan ji ber agirê bi avahiyê ket, şewitiye.
WALÎTIYA TIRK A LI ŞIRNEXÊ HEMAN TIŞTÎ DUBARE DIKE
Walîtiya Tirk a li Şirnexê, ku li şûna ambûlansê maşînên zirxî şand avahiya birîndar lê ne û banga 'teslîm bibin' kir, îdîa kir ku PKK'yiyan agir bi avahiyê xistine.
HETA NIHA 17 BIRÎNDAR HATINE QETILKIRIN
Di her du jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê de heta niha 17 birîndar ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Cenazeyên mirovên hatine qetilkirin, li cihê lê ne.