Nuqteyeke stratejîk a Efrînê ji çeteyên pişta xwe dispêrin AKP'ê hat paqijkirin

Hêzên YPG/YPJ'ê, nuqteyeke stratejîk a herêma Efrînê ji çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam paqij kirin.

Li herêma Girê Mişka ya Efrînê, îro di navbera hêzên YPG/YPJ û çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên piştra xwe dispêrin AKP'ê, şerekî dijwar qewimî. Di encama vî şerî de ev herêma stratejîk ji aliyê şervanan ve ji çeteyan hat paqijkirin û ewlekirin.

Di vî şerî de gelek çete hatin kuştin. Tevî cenazeyê çeteyekî, gelek çek û cebilxane ketin destê hêzên YPG'ê.

Ev herêma ket bin kontrola YPG'ê li ser bajarokên Tamûra, Qebtan û Enedanê serwer e.