Endama YPS-Jin Roza Botan hat defnkirin
Endama YPS-Jin Ergun Ergun (Roza Botan) a di êrîşên terora dewletê ya li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, li navçeya wê Nisêbînê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
Endama YPS-Jin Ergun Ergun (Roza Botan) a di êrîşên terora dewletê ya li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, li navçeya wê Nisêbînê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
Endama YPS-Jin Ergun Ergun (Roza Botan) a 10’ê Çileyê di êrîşên terora dewletê ya li Cizîrê jiyana xwe ji dest da, li navçeya wê Nisêbînê ya Mêrdînê bi merasîmek cenaze ya bi tevlîbûna bi sedan kesî ve hat defnkirin. Cenazeya Ergun ya ji aliyê MEYA-DER’ê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat wergirtin, bi konvoyek wesayîtan ve anîn navçeyê. Ji bo Ergun li Qada Newrozê merasîma cenaze hat lidarxistin. Di merasîma cenaze ya bi tevlîbûna Hevşaredarên Nisêbînê, MEYA-DER, Dayikên Aştiyê, Meşvanên Botanê, endamên DBP û HDP’ê û her wiha bi sedan kesî de dirûşmeyên, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” hatin berzkirin.
Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevserokê Mêrdînê yê MEYA-DER’ê Abdûllatîf Tabar axivî, diyar kir ku ciwanên Kurd bi salan e ji bo gelên Kurdistanê canê xwe dikin diyarî, wiha dom kir: “Xwedî li vê mîrateya têkoşîna ku xiwanên Kurd canê xwe di oxirê de didin, deynê stûyê tevahî gelê Kurd e.”
Pişt merasîmê jinan darbesta Ergun hildan ambûlansê û bi karwanek wesayîtan birin gundê Gurînê yê bi ser Nisêbînê yê lê ji dayik bûye spartin axê. Di dema defnkirina cenaze de malbat û xizmên Ergun lorandin û kêliyên hestewar jiyîn. Cenaze bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hate defnkirin. Piştî karên defnê gora Ergun bi qurnefîl, binevş û kulîlkan hate xemilandin.
Ji bo Ergun serdanên sersaxiyê wê li Mala Sersaxiyê ya Taxa Devrîmê bên qebûlkirin.