Li Sûrê şer û topbaran didomin
Li Sûrê, ku êrîşên hêzên dewletê di roja 67. de dewam dikin, topbaran îro jî dewam dike.
Li Sûrê, ku êrîşên hêzên dewletê di roja 67. de dewam dikin, topbaran îro jî dewam dike.
Li navçeya Amed Sûrê, berxwedana gel a li dijî wehşeta dewleta Tirk di roja 67. de ye. Ji duh û vir ve êrîşên bi tank û topan ên dewletê didomin.
Hêzên dewleta Tirk bi çekên giran guleyan li navçeyê direşînin. Dengê teqîn û çekan ji tevahiya bajêr tê bihîstin.
Li 6 taxên derketina derve ne qedexe ye jî, dorpêçî û êrîşên dewletê hene. Her kesên di deriyên sûrên dîrokî re derbasî navçeyê dibin, ji aliyê polîsan ve nasname û GBT ya wan tê kontrolkirin. Hêzên çekdar ên dewletê ji ber xwe ve guleyan li kolanên navçeyê direşînin.
Tevî van hemû êrîşan jî gelê navçeyê bi biryar e cih û warên xwe neterikîne û li ber xwe bide.